Li ser dîwêr nivîseke weha heye:
"Heger pêdivîya te pê hebe, ji xwe re rahêje çakêtekî; heger tu bixwazî xêrekê bikî, çakêtekî bi dar ve bike."
Edîp Yukselê misilman lê bi koka xwe kurd jî rabûye li ser vê dîmenê parvekirineke weha kiriye:
"Li gorî ayetên quranê Swêd dewleteke misilman e, lewra aştîxwaz e, lê li gorî nerîna şiî û sunîyên li pey hedîsan diherin, kafir e.
Weleh Edîbê ji xelkê re edîb, li gorî ayetên quranê jî, li gorî hedîsên pêxember mêxemberan jî Swêd kafir e û yên serî û keleyan difirînin û bi xwîna gawir û kafiran destmêj digirin jî misilman in.
Ha, ez vê jî bibêjim, heger ew dîwarê xêrxwazîyê li nav misilmanan be, misilman ê herin ji wî dîwarî rahêjin wan kincan, bibin li hêla din bifiroşin...
Ku mesele dibe Başûr (Kurdistan) ava reş bi çavê hinekan ve tê!
Çavê wan bar nabe!..
Ez tu carî ji apoyîyên nexwende netirsîyame û her min gotîye gazin li wan nabe.
Çima?
Ji ber ku,
rebenan mîna pez in û pez jî, dema şivanek (çi dîn çi biaqil) berê pez bide ku, pez xwe li wir digirin û napirsin; loma jî gazin ji wan nabe.
Lê yên xwende?
Hemû problem ev girse ye; lê ev girse jî di hundirê xwe de dibe du beş.
Beşek jê, dixwînin lê tiştekî ji xwendina xwe fêhm nakin, nezan û cahil dimînin.
Beşek jê jî, guhê wan dilive, bîra bin zikê erdê dibin; him jîr in, him jêhatî ne, lê şexsîyet û kesayet bi wan re tune ye. Berjewendîyên xwe yên şexsî di ser her tiştî re digirin, dibînin.
Loma jî,
mîna margîseyan (bukalemûn) li gorî zemên û rewşê reng diguherin.
Di vê beşê de stratejîst û sîyasetvan hene, rewşenbîr û entelektuel hene, nivîskar û helbestvan hene, stranbêj û hunermend hene, rojnamevan û bernamevan hene.
Yaw hey xwelîserino!
Em dizanin kêmasî û şaşîyên Başûr hene; em dizanin, weleh em ji we çêtir dizanin; lê bihêlin, bêhna xwe fireh bikin, bila Başûr bibe Kurdistan û Kurdistan jî mîna dewletên cîran di qada navneteweyî de wek dewleteke serbixwe bê naskirin, qebûlkirin, dû re kerem bikin em bi hev re çavê wan "neyar" û "xayîn"an derxin!
Lê hûn derewan dikin û hûn ne bi xwe re, ne jî bi doza xwe re durist in.
Gotina Dawî
Ker ker e, çi ka li ber e, çi ceh li ber e!..