Wextê hûn dibêjin "Kurdî zimanekî erotîk e!" bi hemd bê hemd hûn kurdî di nav sînorên teng de asê dikin.
Kurdî di qaliban de hilnayê, lewra kurdî zimanekî xwezayî ye û xweza jî serbixwe û azad e.
Loma jî,
nebêjin, "Kurdî zimanekî erotîk e!" Kurdî zimanekî xwezayî ye û heger hûn baş bi kurdî bizanibin, hûn ê bibînin kurdî zimanekî erotîk e jî, kurdî zimanekî felsefîk e jî, kurdî zimanekî edebî ye jî, kurdî zimanekî estetîk û hunerî ye jî, kurdî zimanekî romantîk û evînî ye jî.
Lê berî hûn ê qalibekî ji kurdî re bidirûn, hewce ye ewil hûn xwe hînî kurdî bikin, da ku hûn tê bigihêjin bê çi feraseta wî heye...
Vê pêlê ji min re bûye wek adetekê û carinan bêyî ku silavekê bidim, derbasî odeyên twitterê dibim û bi dizî bi qasî neh deh deqeyan ji xwe re li civata wan guhdarî dikim.
Çi qas xav in û ne wek xwe ne.
Li ser meseleyê:
Mijara wan netewperestî ye, lê ziman bi tirkî ye û bi tirkîyeke şikestî li ser netewperestîyê quretîyan dikin;
Ne eyb û ne fedî,
lê hewce ye meriv ji poz bipirse bê poz çi hîs dike!
Carinan jî mijar netewperwerî ye, lê pirê kesên li ser netewperwerîyê quretîyan dikin, ji bo xebateke kurdî qêmîşî qurişekî xwe jî nakin!
Jixwe hewce nake ez qala kesên li ser sîyasetê dipeyivin, bikim!
Xwelîseran tu yê bibêjî qey di guhê gê de dijîn!
Erê, ez nikaribim bibêjim hûn naxwînin, ilhez nuha hayê we ji kitêban û xwendina kitêban heye,
Lê...
Heyran, bi tena serê xwe kitêb û xwendina kitêban têra têgihiştinê nake!
Bi haweyekî analîtîk di mejîyê xwe nin, bila mentiq bizê!..
Problema kurdan a herî mezin ew e ku dixwînin naxwînin tiştekî ji xwendina xwe fêhm nakin;
lewra pirê wan ji bo di civatan de tenê bi haweyekî megalomanî quretîyan bikin, dixwînin.
Naxwe nexwînin!..
Gotina Dawî
Bi genetîka kurdan lîstin; kurd ji xêndî xwe bûne her tişt!..