16 Aralık 2021 Perşembe

hûn li benda çi ne

Ez dibêjim vê carê temam e. 
Heger vê carê jî ji vê krîz û qeyranê, ji vê kaos û tevlihevîyê, Tirkîye ber neavêje û kurd ji ber nerin, êdî zor e û divê heta hetayê em li mala xwe rûnin û hew dengê xwe bikin.
Ku nebe, nabe!
Lê!
Erê lê...
Di vê rewşa Tirkîyeyê ya herî xerab û giran de, te dît heger ne derew be, 
mirîd li ku ne?
Çi dikin?
Li benda çi ne?
Ma ji roja serokê sererd û binerd ev rêxistin ava kiriye û heta nuha, we tu carî dîtîye Tirkîye bi vê xezebê li xwe heyirîye û ketîye nav kaos û tevlihevî û qeyraneke werê?
Min bi xwe ne dîtîye, ne jî bûme şahidê rewşeke weha!
Êê!
Meriv kengî û çi wext li dijminên xwe tê xezebê?
Di rewşa dijmin a herî dijwar û kaotîk de!
Îroj rewşa Tirkîyeyê ev e, lê hûn çi dixwazin?
Te dît, 
min got heger ne derew be!
Himm! 
Bibore!
Kurd bi bext in û tu carî bextê xwe navêjin!
Bi xêr kengî dijmin wek berê dîsa bi ser hişê xwe ve hat û hat ser hêl û hêza xwe ya berê, wê çaxê hûn ê sînga xwe bidin ber gulan û dest bi sloganên şoreşgerî û enternasyonalîstîk bikin!
Di rewşa Tirkîyeyê ya herî xurt û barbar de, we sînga keç û lawên vî miletî ji guleyên tirko re kir serad, qefle bi qefle hatin kuştin, bi xwîna wan erdê xwe reş girê da, 
lê îroj, 
di rewşeke wek rewşa îroj a dewletê de deng ji kozkên we nayê!
Dilê we bi dewletê dişewite 
yan hûn û dewlet bi hev re qerf û henek û tinazên xwe bi me dikin?
Min got,
nizanim!..