7 Aralık 2021 Salı

jinwar û mêrwar

Çend roj berê Evdila sparîşek da, lê ez dikim nakim bi xwe re nabînim li ser wê sparîşa wî hûr bibim; ciwamêr mestere jî şandîye ji bo ez li ser wê mestereyê tevnê deynim û bihûnim.
De tişt nabe, jixwe ew mijar di binê tûr de ye û hîç kevn jî nabe; qey rojekê Şeytan ê destê xwe li pişta min bixe û min lê sor bike.
Kêlîyek berê dîsa li ser whatsapê vîdeoyek ji min re şand; rehmetîyê Seîd Gabarî li ser zîhnîyeta terkîgerdûn dipeyivî.
Cîyê wî bihuşt e, lê heger bihuşta ku ew çûbê xwedîyên wê zîhnîyetê jî lê bin, serê rebeno yê li kevirê gorê bikeve û hîn nuh ruh ê ji bedenê koç bike û bibe kazekaza ruh ji ber wan zebanîyan.
Îja JINWAR kuro!
Ji qewla rehmetî, ne azadîya kurdan xema we ye, ne jî azadîya jinan!
Tenê ji we re xulam û xulamok û mirîd hewce ne.
Û jixwe jinên doh ji jinên îroj kurdtir, kurdîtir û azadtir bûn; qet nebe li ser erf û adet û kevneşopî û jîyîna kurdî mezin dibûn, bi firê diketin, hez dikirin, dil digirtin, dibûn xwişk, dibûn jin, dibûn dê, dibûn takekes...
Haa!
Piştî îslam bi haweyekî beradayî li nav kurdan belav bû û kurd bi îdeolojîyên qeşmerane nexweş ketin, genetîka civakê jî xera bû û bi xerakirina genetîka civakê re jî, tevna civakê têk çû; ziman, kultur, kesayet serobinî hev bûn, mixabin!
Ê de baş e.
Me navê gunekî kir JINWAR!
Me navê gundekî jî kir MÊRWAR!
Êêê!
Jîn û jîyan bi mê û nêr dimeşe. Heger em gundekî ji bo jinan ava bikin û hemû jinan li wir bi cî bikin û em gundekî jî ji mêran re ava bikin û hemû mêran jî li wir bi cî bikin, wê çaxê, ew ê çawa li hev zêde bikin?
Li gorî zîhnîyeta we em tê digihêjin di projeyeke werê de jin û mêr ê bi sî û starê hev nekevin!
Bi hev re nejîn, hezkirin û eşq ê jî nebe û heger hezkirin û eşq jî nebin, zewac ê jî nebe!
Lê ji bo serjimarê, gelo hûn li ser pergaleke çawa xebitîne û bi vê pergalê hûn ê nêr û mê çawa li hevdu bibahinînin?
Yaw dar bi xwe jî nêr û mê ne û heger nêr û mê ji hevdu veqetin ne ber didin, ne jî fêkîyan...
Ax ax!
Ya Reb!
De ka rep bike û vê zîhnîyetê bide ber xwe!..

Gotina Dawî
Xeyal, fantezî, utopya xweş in, lê ya hûn dikin ne di xeyalan de hiltê, ne di fantezîyan de hiltê, ne jî di utopyayê de; ya hûn dikin qeşmerî, xwenenasî, xwenezanî û xwelîserî ye.