Euro û dolar rabûne govendê û ha ha direqisin!
Erdogan hesabê muxalefetê nake; li wan dinere wek li jina xwe binere; hesabê Emîneyê dike, hesabê Meral û Kiliçdaroglû nake!
Akşener Meral bi Kiliçdaroglû re mil bi mil dimeşe, lê bi haweyekî fisgenî ji Bahçelî re jî dibêje, "Ez ji te faşîsttir im!"
Di girtîgehê de jineke kurd ji ber êşkence û destdirêjayîya dewletê xwe dikuje-dewlet dikuje, lê HDPyî mîna keleh fetih kiribin, govendê digirin û bi sloganên beradayî careke din wê jinê dikujin!
Û li ser medyaya sosyal, kurdperwer û welatperwer hîn jî di odeyan de bi haweyekî enternasyonal bi zimanê dagirkerên xwe direqîninê, bi megalomanî û quretîyan qayîşê bi hev re dikişînin.
Gotina Dawî
Roja ku kurd bizanibin çi dixwazin, belkî wê rojê dagirker jî hesabê wan bikin, lê bi vê zîhnîyetê, ne tenê dagirker, gur û ker jî bi qûna xwe bi wan dikenin.