Mijara wan aborî, buhayîya jîyanê û zem bû.
Ji nişka ve berê Felît dikeve hêla sûkê; ji wê de Elo tê. Her du destên Elo tije nêzîkî wan dibe. Digihêje texma wan û her du kîsên xwe datîne erdê û bêhna xwe vedike.
Felît dibêje, "Ero te xêr e, tu çi dikişînî weha; mîna qantirê mala Hewas te ew bar hilgirtîye?"
Elo dibêje, "Pelên cixareyan e, pel!"
Felît û Xelîl li hevdu dinerin; bi haweyekî şaş û metelmayî lêvên xwe ji hev re diqermiçînin.
Xelîl dibêje, "Xêr e, qey tu yê dest bi qaçaxî û bazirganîya pelên cixareyan bikî?"
Elo dibêje, "Na, min ji bo malê kiriye."
Xelîl dibêje, "Hey malnexerab! Ew pel zêdeyî vexwarina cixareya eşîrekê ye. Ma te mejîyê keran xwarîye?"
Elo dibêje, "Lo lawo! Reîs kir ku em hew dikarin kaxetên qûnpaqijkirinê bikirin; pelên cixareyan ji selmaq melpaqan erzantir e. Min got ji dêvla selpaq melpaqan em bi pelên cixareyan qûna xwe paqij bikin çêtir e."
Difitile ser Felît, dibêje, "Kuro Felît, te got çi? Ma ne xebera min e?"
Felît dibêje, "Weleh heyran, ez mêrikekî sofî me û di dînê me de ji bo qûnşuştin û qûnpaqijkirinê paçik maçik, kaxet maxet mekruh û guneh e. Em destmêja xwe bi avê dikin; av jî hewce ye cemidî be, çi havîn çi zivistan. Îbadeta bi ezab xêra wê bêtir e. Dev ji Reîs Meîz berdin, li misilmantîya xwe vegerin û bila Reîs hema hey selpaqan zem bike û hey zem bike!"
Guhê Xelîl li Felît e, ku Felît peyva xwe diqedîne, Xelîl difitile ser Elo, dibêje, "Xebera Felît e. Qûnzuwakirin karê gêwir e. Ne pere mereyên xwe li selpaq melpaqan xerc bikin, ne jî mîna gêwir qûna xwe zuwa bikin! Em mêrikên misilman in, misilman!"