Şemsê derî vekir û Sofî Reşîd şimika xwe ji pê kir û derbasî hundir bû.
Şemsê got, "Xêr e Sofî? Mîna pisîkê li gûyê xwe bigere, tu li çi digerî; mîna botebotkê bi vir de û wê de tu piloz dibî!"
Sofî Reşîd destê xwe avêt bêrîka xwe, dolarên kirîbûn derxist û dirêjî Şemsê kir, got, "Van dolaran hilîne."
Şemsê got, "Ev çi ye?"
Sofî Reşîd got, "Pereyê Amerîkîyan e, pere. Reîs xurifîye, ji aş û baş dipeyive û her ku devê xwe vedike jî, dolar rep dike, tl sist dibe..."
Şemsê got, "Çii? Kê li kê rep kiriye?"
Sofî Reşîd got, "De here wan dolaran li derekê veşêre, berî ku ez li te rep bikim!"
Bû şev...
Sofî Reşîd û Şemsê sifreya wan li ber wan, şîvê dixwin; televizyon jî vekirî ye, nûçegîhan nûçeyan radigihîne...
Guhê Sofî li nûçeyan e, çavê wî li binîya ekranê cîyê ku buhayê dolar û euroyan nîşan dide.
Ji nişka ve Sofî Reşîd got, "Rabû! Rabû! Rabû!"
Şemsê destê xwe da ber devê xwe, got, "Pepûk reben, Sofî! Hema weha di ser sifreyê de! Tobe tobe!"
Guhê Sofî Reşîd li nûçeyan, çavê wî li binê ekranê, mîna şeple pê bikeve dîsa li ser hev got, "Rabû! Rabû! Rabû!"
Şev bû nîvê şevê...
Sofî Reşîd xirpişîye ser dilê Şemsê û di tarîyê de bêhnê li hev diçikînin; gupînîya reş e; dê weledê xwe avêtîye!..
Li hêwanê televizyon vekirî maye.
Erê, Sofî Reşîd li Şemsê rep kiriye û ketîye ser dilê wê, lê guhê wî jî li nûçeyan e.
Ji nişka ve kîrê Sofî Reşîd mîna xîlka elokê sist bû û daliqîya.
Hindik mabû bi Şemsê xweş bê, lê kêfa wê lê qewitî.
Sofî xwe bi ser piştê ve avêt û bi dengekî mirarokî got, "Daket! Daket! Daket!"
Û wê şevê heta serê sibehê ne dolar rabûn, ne jî kîrê Sofî Reşîd...