Cîyê orgazmê ye yan cîyê masturbasyonê ye?
Nizanim!..
Lê tiştê ez dizanim ev çend roj in ez jî bi vê masturbasyonê bi xwe xweş tînim.
Bêguman ji bo hinekan jî cîyê gunehan e; ji bo gunehên xwe bişon an jî xwe ji gunehên xwe pak bikin, li vir dicivin.
Êşîyane!
Êşandine!
Diêşîn!
Diêşînin!..
PKKyîyên kevn bala min dikişînin. Qala xwe û serpêhatîyên xwe û zilm û zordestîya Apo ya hovane dikin û li ser narsîzma wî radiwestin, lê gelo bi herikîna zemên re hûn jî piçekî neşibîyan wî ango hûn jî nebûn wek wî?
Belê, hûn bindest bûn, lê meriv bi salan ji wê zilm û zordestîyê re kwîr û kerr û lal dimîne?
Her tişt li ber çavê we diqewimî û we jî, ji bo hûn xwe têxin çavê Apo, we xwe li kwîrî, kerrî, lalî diatanî.
Hûn hemû şirîkê sûc û gunehên Apo ne, hemû!
Bêguman ez ji bo serkirde, giregir û konseya serokatîyê dibêjim; lewra di artêşan de jî esker esker e û fermandar berê wan bide ku, diherin wir, lê...
çendî em bi hestîyarî tev bigerin û bibêjin gerîla zarokên me ne jî, piştî demekê yên wê zilm û zordestî û fantezîyên Apo bibînin û hîn jî ji bo fantezîyên Apo di nav wê rêxistinê de bimînin, tev bigerin, ew jî mîna serkirde û giregiran sûcdar in, gunehkar in.
Axir...
Yên serkirde û giregir ên di avabûn û xurtbûna rêxistinê de rola wan nayê piştguhkirin, bûne muxalîfê Apo û çi qas sûc û guneh hebin, bera stuyê Apo didin û wek rûnê bi ser avê keve, tiştekî li xwe nagirin.
Yanî baş xerab çi qewibîbe, bi Apo qewimîye.
Êê!
Ma xelk ê nebêje, madem baş xerab hemû bi destê Apo û bi ferman û emrê Apo diqewimî, naxwe hûn li ber keran bûn? Ango we şivantîya kulîyan dikir?
Di wan odeyan de bi qasî ez li wan guhdarî dikim, heşayî haziran, lê tenê ker ketîye dêya zarokên feqîr û jar û hejar û belengazan.
Yên serkirde û giregir xwe dane alîyekî û tenê bi masturbasyonê bi xwe xweş tînin; apocî jî diherin gefan li belengazên bêxwedî dixwin û dema kêsê pê dixin jî, wan dikujin.
Belê, hewce ye li xwe mikur bên û bipeyivin. Bila tu gîyha di bin tu kevirî de nemîne; kê çi kirîye, bila derkeve.
Lêborînxwestin, lixwemikurhatin, lixwegirtin, poşmanî, qebûlkirina şaşîyan, kêmanî, çewtî...
Belê, baş e hûn van tiştan dibêjin, lê jixwe yên li we guhdarî dikin 300/400 kes in û kêm zêde ew 300/400 kesên li we guhdarî dikin, ne bi qasî we be jî, ew jî Apo nas dikin û ew jî dizanin Apo narsîstekî nexweş û xwedan îdeolojîyeke beradayî ye.
Ya girîng,
ji bo ciwanên ku hayê wan ji we û sohbet û civatên we tune ye, hûn çi difikirin?
Çi rê û rêbazên we hene ji bo hûn nehêlin ew jî bi wê jahrê jahrdadayî bibin?
Apo li ser nezanî û cehaleta wan, ji bo narsîzma xwe împaratorîya nezanîyê ava kir.
Ka kerem bikin bi rê û rêbaz û projeyên xwe pêş ve werin bê hûn ê vê împaratorîya nezanîyê bi zanîna xwe çawa hilweşînin.
Ev mesele tenê bi fantezîyên odeyên twîtterê çaresar nabe.
Haa!
Vê jî bala min kişand!
Ev odeyên twîtterê, kurdên kurd mane jî dihêrin û bi qasî dewletê û apocîyan ew jî bi zimanê tirkî kurdan ji kurdîtîyê dûr dixin.
Xwedê ji we jî ji Apo jî ne razî be!
Gotina Dawî
Bi kesayeta têkçûyî hûn nikarin bi durustî bimeşin!..