Pêşkêşvanîya Dilbixwîn Dara pir bi haweyekî mekanîk e;
sar, cemidî û pir ji rêzê ye ango ne rengîn e, loma jî civat li ser rengekî saya diherike.
Jixwe di medya û televîzyonvanîya kurdî de ev problemeke sereke ye û têra xwe beloq xuya dike, mixabin.
Lê dîsa jî...
Dilbixwîn bi çend qurişan ji ew ê gundî û bêvîzyon ê "Pencereya Bakur" pêşkêş dike çêtir, maqûltir û xwedan vîzyontir e.
Henek li alîyekî, bira jî ew pencereya bakur e yan pencereya bikul e, hêja ye meriv lê hûr bibe.
Bernameyeke bê ruh, bê hîs, bê hest; her du pêşkêşvan jî hewl didin xwe germ û samîmî û jidil nîşan bidin, lê her ku xwe dicivînin ser hev, xavbûneke beloq ji wan difûre.
Haa!..
Mehdî Mûtlû ne xerab e, lê ew jî ji ber qama wî ya kin e nizanim, mîna dîkê qoqo xwe zêde dibixudîne ango qure dike.
Û her weha li ser twîtterê jî piçekî bi zimanê xwe re bixeyidîya û ji tirkî dûr bisekinîya ew ê baştir bûya;
lewra sekn û helwest girîng e û zarok û ciwan li meriv dinerin, meriv dişopînin; bixwaze nexwaze erênî neyînî tesîreke meriv li wan dibe.
Axir...
Meseleya min a îroj ne devşorbetî û devşeltetîya xelkê ye; ez vegerim ser meseleya xwe ya sereke.
Erê...
Min ji performansa Ciwan Haco jî hez nekir. Min piçekî ew belawela dît; ji tiştinan aciz e, lê ew acizîya wî dihêle ew jî hinan aciz bike.
Belkî jî nîşane û semptomên yextîyarîyê ne, nizanim.
Tenêtî jî zor e.
Û her weha hêdî hêdî karîzmaya wî jî dihile wek hawê; jixwe xeyal, fantezî û afirînerîya meriv karîzmaya meriv zindî û jîndar dihêle.
Û ev demek e ruhê Ciwan ê afirîner jî westîyaye.
Jixwe dibêjin ku însan pîr dibe, ji alîyê hîs û hestan ve nêzîkî zaroktîyê dibin;
lê zaroktîyeke cirnexweş.
Ego û kompleks bi Ciwan re çêbûye; berê bi min naziktir, kubartir, maqûltir, nefsbiçûktir dihat.
Dema Dilbixîn pirsa xortanîya wî û muzîka wî zemanî kir, zêde bi serbilindî pesnê muzîka kurdî neda û navên hunermendên berê li wan guhdarî kiribû û baş xerab tesîrek li ser wî hiştibûn, nekir; kin û qut birî.
Ne navê Miradê Kinê got, ne navê Mehmed Arifê Cizîrî û Şakiro got, ne navê Hesen Zîrek û Hesen Cizîrî got, ne navê Tahsîn Taha got, ne jî navê Îsa Berwarî û Eyşe Şanê û Erdewan Zaxoyî got, tenê pesnê almanan û muzîka rojavayîya da,
lê balkêş e,
berî wî kurdên rojavayî û muzîka rojavayîyan nas kiribûn û berî wî dest bi wê muzîkê kiribûn jî hebûn,
lê navê Koma Wetan jî nehat ser zimanê wî, mixabin.
Û qala hunermendên kurd ên dem û zemanê xwe jî nekir.
Ê jixwe piştî bi Deno re derket ser ekranê û ew jî bi ber bayê populîzmê ket, (çendî têra xwe populer e jî) min li ser ruhê wî fatîheyek xwend, bi kurdî...
Gotina Dawî
Vîzyon, vîzyon, vîzyon...