Hêdî hêdî jîyan ber bi monotonîzmê ve diherike; li ser navê modernîzmê, sîstem merivan vediguherîne robotan û merivên robotîk jî bi haweyekî mekanîk, ji nû ve jîyanê dîzayn dikin.
Li ser meseleyê:
Bala xwe bidin welatên pêşketî yên modern, jîyan ji hîs û hestan dûr, bi hewldaneke robotane tenê sîstemê modernîze dikin; merivên modern, mîna koleyan, enerjî û zemanê xwe bi piranî ji bo dîzaynkirina vê sîstemê xerc dikin.
Meriv, ji hest û hîsên merivî, ji nirxên ehlaqî, ji têkilîyên germ û henûn dûr in.
Her weha dûrketina ji van nirxan, tesîra xwe li siruşt/xwezayê jî dike û siruşt/xweza jî wek berê ne comerd e, mixabin.
Ji hovîtîyeke nemodern ber bi hovîtîyeke modern ve!..
Xewnên meriv nasnameya meriv dîyar dikin. Meriv herî pir bi kîjan zimanî xewnan bibîne, êdî bivê nevê meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.
Loma jî...
Hewl bidin xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, heger na,
di zimanê xwe de hûn ê bi xwe bibin xewn!..
Ji bîr nekin!
Ev çend roj in li ser medyaya sosyal dîsa li ser rewşenbîrîyê nîqaşek heye.
Rewşenbîrî çi ye?
Meriv dikare ji kê re bibêje rewşenbîr?
Wek hinekan nikarim peyvê bi vir de û wê de bibim bînim;
ji bo rewşenbîrtîyê xala yekem:
Kesekî bi zimanê neteweya xwe nizanibe, ne rewşenbîr e heger ji google zanatir be jî...
Bi min divê pîvana rewşenbîrîyê weha be:
-Divê tu bi zimanê xwe bizanî.
-Divê tu bîrbir, zana û xwedan vîzyon bî.
-Divê tu xwedan bext û xwedan ûjdan bî.
-Divê tu ji rastî û pêwistîyên normal re nelîrînî, li çepikan nexî, pesnê kesî nedî; berevacî vê, divê her tim hişê te, bala te li ser şaşî û çewtîyan bî û bi sekn û helwesta xwe ji kesî/ji tiştekî re texsîr nekî; rexne bikî, rexne bikî, rexne bikî!..
-Divê tu ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora xwe ji ber kesî danequrtînî; her û her biheq, biedalet tev bigerî.
-Divê tu pişta xwe nedî partîyekê, rêxistinekê, sazîyekê; her serbixwe û azad bî.
-Divê tu xwedan prensîb bî.
-Divê tu bi nefsa xwe ya populîst bikarî û nebî mirîdê ego û kompleksên xwe.
Heger ev feraset ê bi te re tune be, ji kerema xwe re here li mala xwe rûne, bê meriv çawa dikare ji jina xwe re/ji mêrê xwe re bibe mêrekî çê/jineke çê û ji bo siberoja zarokên xwe meriv dikare çi bike?
Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e!..