Min got, lê bêguman ev ne karê min e, karê zimannasan e; dikarin serê xwe pê re biêşînin/neêşînin.
Lê ez dibêjim heger seyda Mistefa Aydogan vê nivîsê bixwîne, li ser rê be jî, ew ê telefonî min bike û ya xwe bibêje.
Îja ez vegerim ser rojeva xwe...
Serjimara kûçikên bêxwedî êdî problemeke ewleyîyê ye; lewra meriv dadigere ser kîjan kolanê, ilhez meriv li yekî duduyan rast tê; tew carinan mîna pez bi kerîyan digerin.
Ê de kes newêre dengê xwe jî bi wan re bike ji tirsa heywanhezan!
Na na...
Ji ber xwedîlêderketina heywanhezan, kûçikên vî welatî ji çêlekên Hîndistanê quretir bûne.
Kêf kêfa wan e; heger ne ji tirsa meleyan be, ew ê herin di mizgeftan de jî vekevin,
bêdestmêj...
Her ku xelk dibêje, "Xeter e, êdî çareyekê ji van kûçikan re bibînin, em hew dikarin zarokên xwe bi tenê bişînin derekê."
Heywanhez dibêjin, "Ê wa ye em wan ji nêranî dixin ango pûç dikin. Ma hîn hûn doz û dahweya çi dikin?"
La hewle wela!
Heyran!
Ev kûçik nanin me ango nakutin me, êrişî me dikin, êrişî me!..
Yanî...
Ne kîrê xwe, diranên xwe dixin me!
Mem Ararat li ser twîtterê weha kerem kir:
"Kurdbûn, bêyî sosyalîzm, komunîzm, îslamîzm, kapitalîzm û hemû îzmên din dibe, lê kurdbûn, bêyî zimanê kurdî nabe."
Û piştî vê twîttê mirîd lê hatin xezebê, lê ka em ê guhdarî bikin bê ev mijar ê berê me bide kî derê?
Lê hûn dizanin problem çi ye?
Bi qasî ez Mem Ararat dişopînim, Mem bi xwe jî ne dûrî civaka wê zîhnîyetê ye; kesên bi wan re radibe rûdine jî ji wê sifreyê diçêrin û heval û hogir û ehbabtîya wan eşkere ye.
Piştî wê twîttê û wan êrişan, li ser medyaya sosyal ango li ser twîtterê hîn ez rast nehatime ku hevalekî wî yan ehbabekî wî piştgirî û destek dayîyê û li ser wî du gotin nvîsîne...
Di rewşên weha de xwe li bêdengîyê datînin û newêrin dengê xwe bikin; lewra naxwazin konfora xwe xera bikin; ji wê zîhnîyetê diçêrin.
Nizanim tê bîra we?
Carekê êrişî Yildiz Çakarê jî kiribûn.
Piştî wê êrişê ji derdora Yildiz Çakarê ku dema mesele dibe civatên magazînî, ji hev re xweş dikin, deng ji kesî nehat, kes li pişta wê derneket û wek destek du hevok nenivîsandin.
Îja heyran!
Me dêr jî şewitandîye, mizgeft jî...
Her kî pêrgî êrişekê tê, em radibin xwe jê re dikin mertal û dest bi parastinê dikin, xwe piçekî din li ber çavê wê girseyê/kîtleyê reş dikin,
lê ew ên em xwe ji wan re dikin mertal, piştî demekê tew wek ku tişt neqewimîye, dîsa dikevin nav wê êl û naxirê û dibe hîrtehîrta wan û ji hev re xweş dikin.
Loma jî...
Êdî ez ê zû bi zû xwe bi ser avê nexim û nekim qarewar. Ewil bila Mem Ararat navberekê/mesafeyekê têxe navbera xwe û wê girseyê/wê zîhnîyetê, dû re em ê ji wê sekn û helwesta wî re bibêjin,
"ŞABAŞ!"
Ji min re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin!
Stranên te, çîrok û çîrçîrok û çîvanokên te, metelok û meselokên te, bîranîn û serpêhatîyên te, folklor û destanên te bi zimanê te dibin ên te.
Xwe nexapînin û nebêjin dema mijar dibe qewmîyetî/neteweyetî, xala herî girîng ne ziman e.
Heger ziman tune be, tu bi xwe jî ne xwe yî; kî te bi kîjan zimanî bipeyivînî, tu ew î, tu aîdî wî yî!
Û ya din...
Dîsa dubare dikim. Xwe neavêjin pişt mahne û bahaneyan û xwe û me nexapînin.
Çi sîyasetvan çi rewşenbîr, çi hunermend çi nivîskar, heger kurdek ê rabe doza kurdîtîyê, netewetîyê bike, hewce ye ewil ji xwe dest pê bike û xwebûn jî ji zimên dest pê dike.
Çawa ku ji bo tucaretê û berjewendîyên xwe yên şexsî di nava salekê de hûn xwe hînî her gûyî û her şeytanîyê dikin, ji bo doza xwe jî (heger hûn bi xwe û doza xwe re rast û durust bin) hûn mecbûr in xwe hînî zimanê xwe bikin; qe nebe wê hewldanê bikin;
heger na, ji qûna we nayê, belasebeb ji xelkê re çîrok mîrokan nebêjin û ji bo populîzma xwe herin ji xwe re bi tiştik miştikin din re mijûl bibin.
Ziman, ji quretî û populîzma we wê de ye!
Gotina Dawî
Dema mijar bû netewe, li ser zimên bi kesî re nekevin nav nîqaşê, lewra ya te dike perçeyeke ji wê neteweyê zimanê te ye.