25 Aralık 2023 Pazartesi

ax û ax

Divê cizîrkî jî li zaravayên kurdî zêde bibe; lewra ne kurmancî ye, ne kirmanckî ye, ne soranî ye, ne jî lorî û hewramî ye; bi serê xwe zaravayek e û ez bawer nakim ji wan pê ve kes ji wan fêhm bike.

Carinan çûyînek bi dizî û kin di xwe de çîrokeke dûr û dirêj dihewîne. Sê çar hevok têra trajedîyekê dike.
Û hewceyî gazinan jî nake.

Piştî salên heyştê, pirê kurdên xwedan kesayet û jîr û zîrek ji ber nasnameya xwe ya sîyasî ji welêt derketin û revîyan, çûn li bîyanîstanê bûn kulmek hêvî, kulmek hesret û li wir ketin pey şopa trajedîya xwe; trajedîya wan bû kabûs û ket xewnên wan; bedenên wan li vê dinyayê ne, lê ruhên wan li ser pira silatê li xwedîyên xwe digerin.
Lê van çend salên dawî, berevacî salên heyştê, êdî kurdên bêkesayet û zîrt û zirtole ji ber bênasnametîya xwe ji welêt derketin/derdikevin, revîyan/direvin.
Bi têkçûyîna aborîyê re kurtêl û hestî ji diz û keleş û qeşmer û tewtewe û qahp û pûştan re jî nema.
Bi koça doh em xemgîn bûn, lê bi koça nuha em şad û bextewar in.
Bi hêvîya çûyin hebe, veger tune be...
Belkî piştî vê çûyînê ax xwe ji şopên bêxîret bişo!..

Mixabin, 
tucarên tirk û apocî ji xwîna zarokên me têr nebûn/têr nabin û wer xuya ye ew ê têr nebin.
Hîn jî di ber vê zîhnîyeta teres de dêyên kurd li çongê xwe dixin û porê xwe radikin.
Lê dê jî êdî ne dêyên berê ne; 
dêyên doh di ber zarokên xwe de mirin didan ber çavê xwe; xwe tî û birçî dihiştin, nedixwarin, didan zarokên xwe, 
lê îroj ji bo fantezîyên Apo bi destê xwe zarokên xwe dişînin mirinê.
Heyf, 
lê tu ji kê re dibêjî!

Gotina Dawî
Ax li xwe digere!..