bi telaq pirê ji we, meriv çermê canê we biguro û ji wî çermî telîsekî çêke, pez û dewar ê kaya di wî telîsî de nexwin.
Lewra...
Tenê xwendin ango tenê zanîn bi serê xwe kesekî baş, çê, hêja nake
yan jî xwendin û zanîn bi tena serê xwe pere nake, heger karakter ne xurt û çê be.
Di nav me kurdan de, xusûsî jî di qada reşenbîrî û entelektuelîyê de pir pispor û zana û kesên xwedan vîzyon hene, lê ji ber ku karaktera wan lawiz ango qels û pûç e, zanîn û vîzyona wan ji quretîyê wê de nare.
Tenê masturbasyona entelektuelî dikin!
Hin nas û hevalên min, ji ber rexneyên min gazinan dikin; xwedê giravî ez zêde rexne dikim û rexneyên min jî mîna xencera xalanên min bilokîyan bel e.
Hinek jî dişibînin kelem û şûjinan!..
"Xencerbelê Bilokî" belkî we bihîstibe.
Yanî dixwazin bibêjin, dilê her kesî ji xwe nehêle; cî ji hezkirinê re jî bihêle.
Bi gotineke din:
Dibêjin kî bi tirkî peyivî, guh nedê, kê bi tirkî nivîsand, çavê xwe jê re bigire, kê bi tirkî stran got, najo ser, kê got ez rewşenbîr im û bi tirkî quretî kir, bila bike û û û...
Lê em tiştekî tev li hev dikin.
Çi ye ew tişt?
Ma we dîtîye min dev avêtîye Mahsûn Kirmizigul, Alî Şan, Îbrahîm Tatlises, Ozcan Denîz?
Ango we dîtîye min zimandirêjîya Yilmaz Odabaşi, Yaşar Kemal, Ahmet Arîf, Cemal Surreya?
Na.
Çima na?
Ji ber ku tu angaşteke wan ango îdîayeke wan a kurdîtîyê tune bû/tune ye; her wek tirkîyeyîyekî jîyan/dijîn, lê...
ev ên ez wan rexne dikim û diajom ser wan, di çarçoveya kurdîtîyê de destê xwe li sînga xwe dixin û quretîyên politîk dikin, loma ez ji wê durûtîya wan hêrs û aciz dibim.
Yan na bila politîk tev negerin û li ser kurdîtîyê quretîyan nekin, heger min tenê carekê jî ew rexne kirin, heqê wan heye.
Îja heyran,
mîna kalikê xwe Baba Tahirê Uryan, şût û rût û şilfîtazî digerim, lê ne ez, bila ew kesên karaktera wan lawiz/qels/zeîf xwe ji min himet bikin
ango destê xwe bipelînin û di ber min re bibuhurin
yan na, ew ê pê bigirin!
Yanî bi kin û kurdîya kurmancî,
ne nobran im, tenê ez qûna kesên qûn bi hêlekê ve direqise, serî bi hêlekê ve direqise, didim tavê,
lê yên gilî û gazinan dikin jî tirsonek in, berjewendperest in, konformîst in, lewra bi van gilî û gazinan dixwazin ji min re bibêjin, "Zêde tev nede, xwe li ber çavê her kesî reş neke û li kêfa kîrê xwe binere."
Ez bikutim wê kêf û konforê, heger rişma min ê ne di destê min de be û ez ê nikaribim li gorî mejî û mentiq û azadîya xwe tev bigerim.
Konfora herî mezin duristî û rasgoyî ye û ev jî azadî û wêrekî û xwebawerîyê bi xwe re diafirîne.
Û ji vê jî karakter dizê!
Erê, ez dizanim civak ji kesên wek min zêde hez nake, lê jixwe şerê min jî bi vê civaka ketî, eciqî, pelçiqî, belengaz û têkçûyî re ye.
Genetîka civakê xera bûye, ehlaq têk çûye, karakter pûç bûye û pûşt û durû û oportunîst jî fîkefîka wan e digerin.
Li min negirin, lê ez ê her û her we aciz bikim, çendî agir bi konê min ê konforê bikeve jî!..
Gotina Dawî
Ez şeytanekî bêehlaq im û hûn jî zarokên qewmekî biehlaq...
De herin rahêjin kevirên xwe bê kî kê diricimîne!
Û ez ê paş ve gav neavêjm.