Di warê dîplomasîyê de kî bi kê re çi keratîyê dixwe, ne derd û problem e û me eleqedar nake;
lê ew weşanên medya û çapemenîya başûrîyan ên bi tirkî?
Ma li Tirkîyeyê we dîtîye televîzyonekê yan jî rojnameyekê bi kurdî weşan kirîye?
Çi ii?
We got, "TRT Kurdî"!
Heyran, TRT Kurdîyê jî mîna televîzyonên xwe yên din ji bo berjewendî û propagandaya xwe bi kar tînin û jixwe hema hema hemû bernameyên wan jî ji jîyîn û tevger û kultura kurdî/kurdan dûr in;
zimanekî xav û çêkirî, bernameyên muhamedî yên dînî û rêzefîlmên tenê kurdan li ber çavê kurdan kêm dixin û wan dihetikînin.
Berê qeşmerîyên xwe bi lazan dikirin, nuha jî êdî bi rêya TRT Kurdîyê kurdan karîkaturuze dikin, mixabin.
Lê divê ez bextê xwe navêjim û neheqîyê li TRT Kurdîyê nekim. Baş xerab, dîsa bi çend qurişan zimanê wê ji zimanê medya û rojnameyên apocîyan kurdîtir e.
Tew ez ê qala qerf û mîzaha wan nekim!..
Ya star
û bi ser de jî bêlome be!
Yanî bêbavan kirine ku êdî em bi hetiketîya xwe dikenin û kêfa xwe, kêfa hev tînin.
Haa!
Di warê qerf û mîzahê de jî TRT Kurdî û kurdên entegrasyonîst ên bi dizî apocîtîyê dikin jî bi haweyekî sosret bi hev re qayîşê dikişînin; yek ji yê din re dibêje, "Ez ji te beradayîtir û qeşmertir im!"
Axir...
Ez ji mijarê dûr nekevim.
Ka bila ciwamêrek an jî ciwanikek pêş ve bê û ji min re vê (bê)vîzyonê şîrove ango rave bike û min li ber bixe bê çima ev zîhnîyet, ev helwest bi min ecêb tê.
Yan jî...
Gelo tenê ez û çend xwelîserên mîna min vê helwestê şaş dibînin?
Gelo ev rewş tenê bi min û çend xwelîserên mîna min sosret tê?
Gelo xwe bi xwe hûn ji xwe re dibêjin bi van weşanên xwe yên bi tirkî em çi xizmeteke baş ji kurdên ku hindik maye terka kurdîtîya xwe bikin re dikin?
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Ew egoya we ya mîna berazekî hov, ne têr dibe, ne jî têr dixwe.
Gotina Dawî
Xelk tûrikê xwe bi zanînê dadigirin, hûn jî tenê derdikevin nêçîra "like" û eferim û çepikan...
Gotina Herî Dawî
Hûn dibêjin qey em azad in, lê mixabin di çerxa populîzmê de hûn koleyên populîst in.