19 Kasım 2023 Pazar

mele şêxmûs

Mamoste Nenas, ji ber tayna jina wî ya mamoste ji Stenbolê radibe welêt, radibe mûlidekê datîne.
Ji bo xwendina mûlidê zarokan dişîne pey mele Menîr; mele Menîr tê li dawîya odeyê rûdine û dest bi hazirîya mûlidê dike.
Mamoste Nenas çendî dizane cira apê wî ne xweş e jî, ji ber fedîya dinyayê zarokan dişîne pey apê xwe hecî Şêxmûs jî; hecî Şêxmûs jî tê li odeyê rûdine û enîya xwe dide enîya mele Menîr.
Mele Menîr bi hatina hecî Şêxmûs piçekî aciz dibe, lê di ber xwe de nahletekê li Şeytên tîne û deng nake.
Hecî Şêxmûs jî dibistan mibistan nexwendîye; piştî wextekî xwe bi xwe, xwe fêrî xwendinê kirîye û ji Marx bigire heta Engels, ji Engels bigire heta Hegel, ji Hegel û Tolstoy û Dostoyevskî û Alî Şerîatî û Konfucyuz û Mao çi ketîye ber xwendîye.
Berî mele Menîr dest bi xwendina mûlidê bike, hecî Şêxmûs difitile ser cimhetê, dibêje, "Weleh ji mûlidan bawer nakim lê min got bila dilê zarokan nemîne, ez hatim."
Mele Menîr di ber xwe de dibêje, "Estexfurallah" û dest bi xwendina mûlidê dike:
-Wextê pêxemberê me ji dawa dêya xwe ket û hat ser rûyê erdê, wê şevê sed jin û sed mêrên kafir mirin.
Hecî Şêxmûs li civatê dinere, dibêje:
-Batil! Batil! Batil! Qetla dused kesî jî kir stuyê xwe.
Piqînî bi civatê dikeve, dibe hakehaka wan, lê noqan jî ji mele Menîr vala dikin. Mele Menîr difitile ser hecî Şêxmûs, dibêje:
-Hecî Şêxmûs, bêvila xwe nexe nav mûlidê, ez tiştekî ji te re nabêjim.
Axir, piştî mele Menîr mûlida xwe xelas dike, êdî dor tê weezan.
Bû qala bihuştê...
Mele Menîr dibêje:
-Erê weleh, yê îbadeta xwe xweşik û baş bike, li hêla din tê xelatkirin; 72 horî para wî ye.
Hecî Şêxmûs dîsa bi xwe nikare û difitile ser civatê, dibêje:
-Ê de bi telaq ne werê ye law! Ma 72 qahpik di kerxaneya Carbekirê de tune ne, îja 72 horî! La hewle wela!
Mele Menîr guh nadê, berdewam dike. Pirs tê ser xwarina rojîyê. Mele Menîr dibêje:
-Heger meriv rojekê rojîya xwe bixwe, hewce ye meriv piştî meha rojîyê şêst rojî wek ceza dîsa rojîyê bigire.
Hîn gotina Mele Menîr di dev de ye, hecî Şêxmûs dibêje:
Ê de yabo! Hi ihi! Hew ev ji me kêm bû. Wa ye rebenê Xwedê jî wek faîzcîyê Qiziltepeya me dest bi faîzê jî kirîye.
Cî li mele Menîr teng dibe, radibe bê destûr xatir ji civatê naxwaze û qundereya xwe şimikî bi ser nigên xwe ve dike û revî revî berê xwe dide malê.
Piştî mele Menîr civatê terk dike, hecî Şêxmûs dibêje:
-Ê ne quzê ca xwe dixwe, derewan dike. Îja 72 horî kuro! Hema yabo, aqil heye, mentiq heye; 72 horî ji min re, 72 horî ji Eyo re, 72 horî ji Remê re, 72 horî ji Cemal re... Ev horî giş ê çawa di vê bihuştê de hilên, kuro!

Gotina Dawî
Heta mele ji civatan nerevin, civat û civak ê li xwe venegerin.