11 Aralık 2023 Pazartesi

kundir an cebeş

Di huner û edebîyat û qada rewşenbîrtîyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku
çi hunermend, çi nivîskar, çi rewşenbîr, pirê wan, ji bo konfora xwe ya tenê bêhna çend kurtêl û hestîyan jê difûre, diherin li ber sîya dewlemendên bêkarakter pal didin.
Û ew dewlemendên bêkarakter jî radibin li ser pişta van konformîstên bêkarakter quretîyên populîst dikin.
Loma jî îro ro...
mixabin, ne qîmetê xeyal û afirînerîyê heye, ne jî qîmetê qelemê û mejî!..
Têbinî ango Jêrenot:
Hin nivîskar û hunermend û rewşenbîrên lawê bavê xwe jî hene, haa!

Carinan ez azadîyê dişibînim firînê, firîna çêlika çivîkekê yan jî çêlika balindeyekê...
Li ser meseleyê,
ji bo çêlikên teyr û balindeyan azadî bi firînê dest pê dike.
Û heta wê rojê jî di bin baskên maka xwe de hêdî hêdî hînî jîyanê dibin.
Heger maka wan ne li ser serê wan be, ew çêlik berî bi bask bibin, dikarin li teyr û tulûrên di ser xwe re dibînin bê çawa baskan li ewran dixin, binerin, bixapin û bêyî ku hay ji xwe û hêz û qudreta xwe hebin, ew jî dikarin ji bo azadîyê baskan li hev bixin, lê...
heger ew bask baş negîhaştibin ango xurt nebûbin, hewldana wan a ji bo azadîyê dibe felaketa wan;
loma jî...
xwendin xwendin xwendin,
hînbûn hînbûn hînbûn,
xwenaskirin xwenaskirin xwenaskirin,
vîzyon vîzyon vîzyon!..
Yan na...
Azadîya bi nezanî, ji serxweşîya alkolê xerabtir e û heta meriv li xwe hayil dibe, hasil dihere di mûsil re derdikeve.
Azadî serxweşîyeke xweş e, lê heger meriv bi wê serxweşîya xwe bizane û bikare xwe kontrol bike.
Haa!
Hûn dikarin bibêjin, "Ez di kontrolê nim!"
Min got,
"Hûn azad in!" :))

Jin û mêrek,
çi heval, çi dildar, çi zewicî...
Heger ji xêndî pevşabûn û nîyhandinê, 
ew ê nikaribin li ser romanekê, li ser çîrokekê, li ser nivîsarekê bipeyivin, nîqaşê bikin; 
heger ew ê nikaribin bi hev re li fîlmekî binerin û piştî ew fîlm qedîya, li ser wî fîlmî civateke hunerî bigerînin û çend krîtîkan bikin;
heger ew ê nikaribin li ser meseleyên sîyasî, civakî, kulturî sohbetekê bikin;
heger ew ê nikaribin ji bêdengîya hev jî sûd û îlhamê bistînin û li ber rîtmên wê bêdengîyê li ser baskên hîs û hestên delodîn siwar bên û xwe ber bi xeyal û fantezîyan ve bibezînin; 
heger ew ê bi hezkirineke çavnebarî hevdu basko bikin û sînoran li hevdu teng bikin, 
berî ku baskên we yê bişikên û bi tevayî hûn ê firînê ji bîr bikin, bifirin, herin baskên xwe li ewran bixin.

Vê carê jî HEDEP bû DEM!..
Wer xuya ye heta du sê salan êdî alfabe û ferhenga tirkî yê hew bi kêrî van partîzanan bên, lewra hêdî hêdî dawî li herfan jî tê, li peyv û gotinan jî...
Lê eyarê bêxîretîyê fireh e, loma jî hemû alfebeyên dinyayê di xizmeta wan de ye;
ji bilî alfabeya kurdî.

Dibêjin ji erdheja Gemlikê vir de ye deng û pêjna serokê sererd û binerd sayin û bi ser de jî birêz Evdela Ocalan nayê!..
Rast derew, xêr û guneh di stuyê rojnameger û çapemenîst Haşimê Fatê de be, dibêje, bi îhtimaleke xurt, di dema erdhejê de serokê sererd û binerd li qiraxa bahrê li ser kendalekî bi şewka xwe ya seksî masî digirt û bi wê erdhejê re nig lê şemitîye û ketîye nav avê û mîna Yûnis pêxember nuha di zikê masîyekî yûnis de ye û bi hukm û qudret û têgihiştina îlahî, ji bo felsefeya xwe li seranserê dinyayê belav bike û qûnê li enternasyonalîstîya Che Guevara biqetîne, okyanûs bi okyanûs derketîye rêwîtîyeke şoreşgerî.
Lê dîsa jî parêzerên wî hewl didin derkevin kifşê bê ev bûyera dîrokî çawa qewimîye!..

Gotina Dawî
Azad, tenê wek nav li zarokên xwe nekin, her weha wan hînî azadîyê jî bikin,
lê...
hewce ye hûn bi xwe jî azad bin!