bi darpûşekî qulqulî
ji bo ez bibim avjenekî wek masî û avjenîyê bikim bê tirs û bê metirsî
û marmaroka ku ji bo ez beza bibim min xwe lê diboqand, qebhet bi ser de hat wê êvarê bi dizî
li ser tenûra taxa jêrîn pîrekekê ji şeş pîrekan re bi şeş quranan sûnd dixwar bi kurdîyeke rewan û safî
qebhetbiserdehatina marmarokê vedigot û li xwe dixist dikir gazin û gilî
wê şevê pelçimokan xwe hiznî girê dan û derneketên ji wê qula xwe ya reş û tarî
heta destê sibehê bi ser hev de ponijîn girîyan bi haweyekî belengazî
û berî tarî bibişkive bi kêlîyekê ji nişka ve veciniqîn bi dengê meleyê mizgefta bêminare yê nesunetkirî
lê xuya bû mele bêyî dilê xwe derketibû ji himbêza jina xwe ya nuhbalixbûyî
her memikeke wê dişibîya şimamokeke bêhnîlahî
ne mele meriv ewlîya û pêxember bûya jî meriv dev ji mêtina wan memikan bernedida wê şeva harbûyî
heger kîr li meriv nebûbe boçikeke cixareya vemirî
mele lê ho veneda û berê xwe da şaneşînê ji bo bi azana xwe tirs û xofa xwedê tixe dilê şênîyên wî bajarî
jinê go berî ez ê orgazm bibim bi kêlîyekê çima te wî kîrê xwe yê bikumik ji quzê min kişand hey kafirê nesunetkirî
ez ê heqê xwe li te helal nekim heta roja qîyametê heger mirina te yê li ser sicadeyê be jî
lê bi şertekî ez ê te efû bikim ya meleyê ku ûjdanê xwe di binê kumika kîrê xwe de ji bîr kirî
heger rojekê min dît kurdan pesnê xwe dan bi kurdî bi soz ez ê mîna baba tahir sikak bi sikak bigerim û bêm maçî bikim kumika wî kîrî