28 Aralık 2023 Perşembe

bêhna zaroktîyê

çavên me li mûzan asê diman 
li ser dezgeyên fêkîfiroşên ku tenê dewlemendan bi quretî xwe lê diqewimandin
me xwezîya xwe dadiqurtand wê kêlîyê 
çendî me nedizanî bê tahmeke çawa ye jî
û berî nîvroyan bi çar çavan me xwe dida benda evdo
em zarokên wê hewşê li ser stuyên hev siwar dibûn ji bo qetraya binê sinîya wî ya tatlîyan
carinan çend tatlî jî di stuyê wî de diman û dibûn para me
lê herî pir me nahlêt li xizanîyê dianî dema bêhna goştê birajtî xwe li firnikên zaroktîya me dixist
em biçûk bûn û bajar biçûk
dû re em li ber lorînên zemên 
bajar jî bi şopên me mezin bû
û ew tahmên bi me xerîb bi mezinbûna bajêr re ji tahm ketin
ne tahm di me de ma ne jî bajar wek xwe ma
mixabin