Çima û çawa?
Ê heyran, li gorî quranê û felsefeya îslamê, temenê Adem û Hewayê li dora 7 hezar sal e, lê li gorî lêkolên arkeolojîk ên li ser axa kurdan, dîroka şaristanîyê berî nuha bi deh duwazdeh hezar sal dest pê dike.
De hîn ev şaristanî ye, ka bê îja berî însan bigihêjin asta vê şaristanîyê çend hezar sal derbas bûne!
De lo lo lo lo lo lo!..
Ê ma ne de lê lê lê lê lê jî heye.
Axir...
Min got,
jan bi serê we û çîrok û çîvanokên we keve!
Di şerê israîlî û filistînîyan de hest û hîsên însên li bin guhên hev dikevin.
Heger tu israîlîyan biparêzî, tu dibî zalim, xwînmij xwînrijhez, bêûjdan, bêrehm!..
Heger tu filistînîyan biparêzî, tu dibî îslamîstê radîkal yê paşverû, şerîethez, hamasîst, hîzbulahîst!..
Gelo çare û çareserî çi ye?
Axir...
Ev mesele jî bûye girêka gû...
Tu wê girêkê vekî jî venekî jî, lewitandin e!
Meseleya HDPKKyê, ne meseleya xayîntî yan jî kurdîtîyê ye;
meseleya HDPKKyê, meseleya rantê anku bazirganîyê ye.
Bi kin û kurmancî,
ev şer, tenê ji bo konfor û berjewendîya dused sêsed kesî ye;
dawîya mayî jî, ji kîsê dêya xwe diherin, mixabin!..
Haa!
Ev konfor û berjewendî jî ne tenê ji bo alîyekî ye; her du alî jî mîna teyrên berateyan li ser diçêrin.
Yanî em dikarin ji vê tifaqê re bibêjin biratîya tirk û kurdan.
Pardon!
Yanî biborin, şirîkantîya tirk û kurdan!..
Lê kîjan tirk û kîjan kurd?
Tirkên ne tirkbûn û kurdên ne kurdbûn li ser bala wan...
Yanî notr in anku bêqewm in;
dînê wan, îmana wan, ûjdanê wan, bextê wan pere ye.
Tirkên elîtîst û kurdên elîtîst, bi xwîna zarokên xizan û belengazan reng didin xeyal û fantezîyên xwe.
Û dê û bavên wan zarokan jî bi sloganan li ber fantezîyên van tucar û bazirganan bi cizbê dikevin.
Îja ka aqil!
Û ez baş dizanim,
piştî xwendina van çend hevokan, zarokên xizan û belengazan ê di bin simbêlan de ji min re bibêjin,
"XAYÎN"!
Azadî, heger meriv bi zimanê wê bizane, azadî ye, wekî din malxerabî ye.
Û ji bo meriv hînî zimanê wê bibe jî,
xwendin, xwendin, xwendin; xwenaskirin, xwenaskirin, xwenaskirin hewce ye.
Azadî mîna kirasekî ye, lê berî meriv wî kirasî li xwe bike, hewce ye terzîyek wî perçeyî/qumaşî li bejna meriv bigire, bipîve, bibire û dû re bidirû, yan na ew kiras ê li ser meriv rûnane û meriv ê di hundirê wî kirasî de bibe qirdik û sosret.
Îja tew marjînalbûna bi azadîyeke sexte tê...
Ya star!
Gelî ciwanik û ciwamêrên "marjînal"!
Hewldana ku ji bo meriv marjînal xuya bike, meriv xav û beloq nîşan dide û pirê caran li ser zimanan meriv dibe mijara qerf û henekpêkirinê
ango bi zimanekî kuçe û sikakî, meriv dihetike, xwe dihetikîne.
Ne ku ji bo xelk ê ji we re bibêje filankesê/filankeso marjînal e, hûn jî rabin bi zorê xwe bikin marjînal, heger bi xweber hûn di çavê xelkê de bûn marjînal, ha ew e marjînal.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne azadîya bi nezanî, ne jî marjînalbûna bi zorê û xavî...
Gotina Dawî
Xwe bin, tenê xwe bin!..