Dû re...
Ji ber hin meseleyên şexsî yên narsîstî em ji hevdu dilgiran bûn û roj bi roj wê dilgiranîyê sarbûnek bi xwe re anî.
Bi kin û kurdîya kurmancî têkilîya me têk çû.
Çima van kitekit/detayan bi we re par ve dikim?
Ez ê par ve bikim, lewra naxwazim ev kitekit/detay bibin sedemên rexneyên nuha ez ê li wê bigirim.
Ya din jî...
bila nebêje, Devliken gir avêtîye min, gir bi min re diajo.
Na, bawer bike, roja ku min ew hêla wê ya oportunîst û narsîst û egoîst/xweperest nas kir, jixwe ji bo min mir.
Ew roj ev roj e ji dûr ve wê dişopînim û bi wê populîzm û narsîzma wê ya fahş tenê ez dikenim; ez dikenim, ji ber ku bi wî mejîyê xwe yê bi kodên rojavayî pîne kirîye, xwe jî dixapîne û gelek kesên kawik jî dixapîne.
Ruhê wê şad be! Û bila her bextewar be, di wê jîyana xwe ya enternasyonal a ku êdî bêhna kurdî yê jê nefûre.
Pervîn Chakar!
Paşnav jî bi standardên îngilizî hatîye nivîsandin; lewra wek nav û paşnavên me gelek tiştên me yên din jî tenê ego, narsîzm û komplekseke beradayî jê difûre;
kompleksa xwebiçûkdîtinê!..
Jixwe bi nav û paşnavan meriv bibûya esîlzade, arîstokrat, şareza û qehreman, kes ê bi qasî Selahattîn Demîrtaş ê ku navê xwe ji Selahedîn Eyûbîyê kurd wergirtîye, ne esîlzade û qehreman bûya.
Îja heyran,
tenê bi nav û paşnavekî rût û tazî esîltî, arîstokratî, şarezatî, qehremantî li meriv bar nabe.
"Qûna tazî tembûrê dixwazî!"
Şert û mercên esîltî, arîstokratî, şarezatî û qehremantîyê giran in;
ji bilî huner û afirandinê, bîrek hewce ye, genetîkek hewce ye, karakterek hewce ye.
Û mixabin ew jî bi her kesî re tune ye.
Berê, zemanê em zarok bûn, me ji xwe re bi lîstik mîstikan dilîst. Wextê hîle çêbibûya yan jî lîsk bêyî dilê me biçûya, me xwe dixeyidand û me terka wê lîskê dikir.
Wê rojê dema li ser medyaya sosyal ez li daxuyanîya Pervîn CHakarê rast hatim, ez ber bi wî zemanê xwe yê zaroktîyê ve çûm.
Di daxuyanîya xwe de gotibû, "Êdî ez ê bi kurdî nestirêm!"
Ka îja beyî Pervîn CHakarê kurdî yê çi xwelîyê li serê kurdan bike, nizanim!
Axir...
Yek ê rabe bibêje, "Ez bi kurdî dinivîsînim, kes qedrê qelema min nagire, ez ê hew binivîsînim."
Yek ê rabe bibêje, "Ez bi kurdî sîyasetê dikim, kes qedrê keda min nade, ez ê dev ji sîyaseta bi kurdî berdim."
Yek ê rabe bibêje, "Ez nûçeyan bi kurdî diweşînim, lê nûçeyên bi kurdî zêde balê nakişînin, ez ê dev ji rojnamevanîya bi kurdî berdim."
Yek ê rabe bibêje, "Ez rewşenbîr im lê ji bo her kes ji gotinên min û quretîya min fêhm bike, ez ê fikr û ramanên xwe bi kurdî nebêjim/nenivîsînim."
Yek ê rabe bibêje, "Em mîzahê bi kurdî dikin, lê zêde kes li me temaşe nakin, em ê dest bi mîzaha tirkmancî bikin."
Yek ê rabe bibêje, "Ez bi kurdî distirêm lê kes ji min re li çepikan naxe, nalîrîne, ji bo festîval û konseran naşînin pey min, ez ê hew bi kurdî bistirêm."
Minet!
Minet!
Minet!
Serhevdayî!
Serhevdayî!
Serhevdayî!
Heyran!
Welatperwerî, netewperwerî bi minet û serhevdayîyê nabe.
Neteweya we belawela ye, welatê we dagirkirî ye, zimanê we li ber sekratê ye, hûn radibin dikevin pey berjewendîyên xwe yên şexsî û hey gazinan dikin.
Ê weleh em nivîskar jî belasebeb dinivîsînin. Jixwe kes kitêbên me nakire, naxwîne. Ma belasebeb ji bo çi em vê tahbê didin xwe?
Çi hunermend, çi nivîskar, çi rojnamevan, çi sîyasetvan û çi rewşenbîr...
Hûn ne ji rêzê ne û her weha heger hûn ê di bin barê kurdîtîyê de nikaribin rabin, quretîyan jî nekin.
Axir...
Berî her tiştî em kurd in û ji bo em vê kurdîtîyê li ser nigan bihêlin jî, divê em sekn û helwesta xwe biparêzin û xwe nedin hêvîya nav û deng û halanan.
Gotina Dawî
Kurdîtî dînîtî ye û zû bi zû kes nikare di bin barê vê dînîtîyê de rabe.
Vî zemanî, heqê kesî tune ye gilî û gazinan bike, lewra hîn ji kurdî re welatekî azad û serbixwe ava nebûye. Kengî dê û ewlad gîhaştin hevdu, wê çaxê hûn kî bi ku de dibezin, hûn hur û azad û bi kêfa xwe ne.
Bi xêra vê kurdîya ku hîn jî di nav kurdan de ne azad e û her weha bi wê bêvîzyonîya xwe hûn di nav kurdan de hatin naskirin, kurdan xatir da we, qedrê we girt, lê hûn çi dikin?
Hûn rabûne ji bo populîzmê xwe ji kurdî dixeyidînin.
De ji xwe re bimirin, hîn ku mirin erzan e!..