15 Haziran 2023 Perşembe

îşev jî hema wilo

Balkêş in, em!
Carinan şaş û matmayî dimînim, dema li ser medyaya sosyal li hin post/şande/parvekirinan rast têm.
Li bajarên ku jinan ji hêsîrtî û bextreşî û êş û janê pê ve tiştek tahm nekirîye, hin keç/jin pişta xwe didin wan bajaran, wêneyê xwe digirin û li ser jî weha dinivîsînin:
"... bajarê evînê!.."
Berevacî, hewce ye mêr li ser wan bajaran werê binivîsînin:
"... bihuşta baqî ye!.."

Li Dîyarbekirê, ji bo çend bihost erd gundî ketine ber hev; ji her du hêlan 8 kes hatine kuşt in, lê her du hêl jî hêlek in ango merivên hev in.
De îja...
Li welatê min,
mêranî û mêrxasîya welatîyên min mîna welatperwerîya wan sexte ye.
Ji hev re mêr, ji xelkê re goştê ber kêr!..
Bi wê xezeba hûn êrişî hev dikin û çavên hev derdixin, we êrişî dijminên bav û kalan, dê û jinan kiribûya, nuha ji zû de li şûna wê nezanî û mêranîya we ya teres şaristanîyek ava bûbû,
li ser axa welatê we!..
Îja ka aqil!

Got,
-Qey mirîşk ê rojekê ji me re jî hêk bike.
Got,
-Erê, lê ditirsim ji şens û siûda me re ew jî têkeve menopozê!

Min got:
"Seyda, orta te û jinan çawa ye?"
Got:
"Lo lawo! Te go jin, hat bîra min. Wê rojê ez nizanim bi şaşî bû yan bi qastî bû, jinekê telefonî min kir. Piştî me li hal û ehwalê hev pirsî, hew min dî tew mijar hatîye ser doxînê. Û berî em li hev germ û rep bikin, zû zû min pêşî lê girt. Min go yadê heyranê, ez têra jina xwe nakim, ji pêxîla min bikeve, tu dahwa çi li min dikî!"
Min got:
"Seyda, ew ne bi şaşî ye, ilhez li ser te lêkolîn û lêpirsîneke kûr kirîye û baş serwext bûye ku tu kûrtûjekî piştxurt î, loma telefonî te kirîye."
Got:
"Na yaw. Tu çi filîm î. Cîyê tu lê bî, ji me zêde ye em rabin qala xurtbûna pişta xwe û kîrtûjîya xwe bikin. Di vê mijarê de te doktora kirîye. Tenê em dikarin werin pişta te bifirkînin."

Gotina Dawî
Aş çûye, em ketine pey çeqçeqokê!