11 Haziran 2023 Pazar

du kurteçîrok

"Qencî bi tena serê xwe mîna hespekî serxweş e, kî bigire, di bin wî de bi çargavî dibeze," got û serê xwe bera ber xwe da, meşîya. 
Ji wê de dengê nahlên hespekî bilind bû. Serê xwe bilind kir, li hêla hesp nerî. Dû û dixan û hicac bi ser serê xwe xistibû, hesp. 
Devê xwe tije kir, tam dikira di ber xwe de bigota, "Min di jina xwedî nîyhî. Xezeb ji ber nigan dihere." Siwarê hesp rişma hesp şidand û hesp li ber wî di cî de sekinand. 
Ciwamêr di nava metirsîyekê de fitilî li siwarê li ser hesp nerî. Sar û metelmayî ma û ber çavên wî reş bû; reş bû, reş bû û wê reşayê ew daqurtand; çav lê qulipîn û ji nişka ve ji jor de hat xwarê, li ser piştê ket. 
Zimanê wî negerîya. 
Bi zorê di ser xwe re li siwarê hesp nerî û bi haweyekî belengaz bişirî. Siwarê hesp got, "Zeman dibe xîyar û dikeve qûna merivên xwenezan!" û rişm li hesp sist kir. Her du nigên xwe li binê zikê hesp xist û hespê xwe bi çargavî bezand.
Ciwamêr bi çûyîna hesp re dûr û dirêj li dû wî nerî. Çav lê sist bûn, di bin simbêlan de bişirî û zimanê wî bi zorê gerîya, got, "Erêê! Ew jî zemanek bû!.."

"Ku mejî virikî bûbe û mentiq têk çûbe, derman û çare tune ye, mixabin." 
di ber xwe de got û bi serê kîrê xwe girt û şipîyakî beliqand; bû şureşura mîza wî...
Evdirhîmê Dîn di paş wî re derbas bû. Meşa Evdirhîmê Dîn wek meşa werdekê bû; Mele Zeynedîn pê nehisîya. 
Got, 
"Seyda, berê te bi qibleyê ve ye. Meriv berê xwe bide qibleyê û şipîyakî bimîze, guneh e, guneh. Ma ne tu bi xwe van weazan didî."
Mele Zeynedîn bi serê kîrê xwe girt û açiya kîrê xwe guherî. 
Got,
"Rast e, xebera te ye, lê erê berê min li qibleyê ye, ka were li açiya kîrê min binere, di navbera başûr û rojava de ye."
Evdirhîmê Dîn ber bi Mele Zeynedîn ve meşîya, xwe daqûl kir, ziq li kîrê Mele Zeynedîn nerî.
Got,
"Te bi ser nigê xwe de mîstîye, Seyda."