"Dema di hevokekê de hejmara "ku"yan bi ser dudu û sisêyan dikeve, di wê hevokê de formula azadî û serxwebûna Kurdistanê jî hebe, ez qelema sor li ser wê hevokê dixim."
Piştî vê hevokê em ketin ber hev û li ser vê mijarê civateke xweş gerîya...
Orhan Agirî:
Roja te bash ezbenî, ka were ji kerema xwe em biçekî vê babetê bidin ber guzanan a niha. Çimku her kes behsê dike û dihêle . Bila ev posta te bibe sebebê çarekirineke vê Ku yê , ji xêra miriyê te Devlikenê hêja.
Ez hema a niha dikarim bibêjim di serî da ez û tu bi awayekî pirr xelet vê KUyê bi kar tînin. Nimûneyek, 60-70 ji sedî YA, YÊ yên di hevokan da erka KUyê pêk tînin, bes bi wî mercî ku ev YA, YÊ cuda bihên nivîsin ji peyvên pêşiya xwe .
Nimûneyek.
Ez, ê hez nake ji fûtbolê, mecbûr mam li maçê mêze bikim li mala hevalekî. Heke li vir weha bihêt gotin: Ezê ku hez nakim ji fûtbolê macbûr mam li maçê mêze bikim li mala hevalekî, vêga ev KU dibe keratî û ziqûm. Tenê meriv bixwaze qesten bibêje ji bo KIRPANDINEKE taybet, ew başqe ye helbet .
Devliken:
Hêja Orhan, bi min divê meriv "ku"yê bi du haweyan bi kar bîne.
1-Di şûna hegerê de. "Ku ez bêm, ez ê hayê te jê çêkim/Heger ez bêm, ez ê hayê te jê çêkim.
2-Ji bo balkişandin û derblêdanê. "kurdên "ku" ji xwe re dibêjin em esîl in, ji bo em wan esîl bihesibînin, hewce ye berî her tiştî bizane baş û xweş bi zimanê xwe bipeyive/bixwîne/binivîsîne.
Wekî din dikeve masturbasyonê
Baş tê bîra min carekê li ser vê mijarê min nivîsandibû û hin rîhspî û maqûlên Ewrûpayê hatibûn xwe aciz kiribûn.
Lê li wir mebesta min ev bû: Kurdên ji ser axa xwe qut dibin, bi zemên re ji zimanê wê axê jî dûr dibin. Û dema di nava rojê de meriv ji zimanê xwe bêtir zimanin din bi kar anî, bivê nevê meriv ji hin kodên wî zimanî jî dûr dikeve.
Ew kod çi ne?
Dengên wê axê ne, rengên wê axê ne, hiş û bîra wê axê ye, mentiq û fikirîn û hîskirin e, dengvedan, denglêdan, derblêdan û hevoksazî ye.
Wê rojê dîsa te li ser meseleya zimanî nivîsarek belav kiribû. Te gazin dikir çima kurd nikarin hevokan dirêj û xweş li pey hev bibêjin, binivîsînin?
Yek ji sedeman jî ev e; heger meriv ji ziman dûr bikeve, ziman jî hesabê meriv nake.
Orhan Agirî:
Devliken, gotina te ya li jorê qismen rast qismen na. Çimku hin babetên zimên hene mecbûrî KUyê dibin bêyî ku ev KU sînonîma « heke »yê be yan jî dewsa derblêdanê be.
Meselen.
1-) Qelama ku min (ew) ji hevalekî standibû
2-) Qelama min (ew) ji hevalekî standibû.
3-) Qelem a min (ew) ji hevalekî standibû.
Di risteya 1 da A û KU eynî maneyê îfade dikin, lewma KU li vir zêde ye.
Di ya 2 da A bêyî KU dibe pirtika xwedîtiyê, ne ya girêdankê, anku mane bi temamî serûbinî hev dibe.
Di ya 3 da dirust e, bes vê carê hem axaftin û xwendin giran dibe hem jî di hevokên dirêj da dê rêjeya A, Ê, YA, YÊyan bêhed zêde bibibe.
Çare çi ye?
Bi min em divê biryar bikin A’ya girêdankê bi forma devoka Bohtî û Behdiniyan binivîsin AT, A’ya xwedîtiyê A binivîsin daku estetîk û mane xirab nebin.
Qelemat min ew ji hevalekî standibû.
Devliken:
Orhanê hêja, li ser meseleyê, "Qelema min ew ji hevalekî stendibû."
Bi min, ev form xweş e û ziman jî asê nake.
Meseleya din jî ya min vegotîye, ew jî tercîh e. Tu hez dikî wek derblêdan bi kar bîne, tu hez dikî neyne. Lê ji bo hegerê carinan hevokan siviktir dike.
Îmad Al Melek:
Silav!
Devlikenê hêja,
Bi dîtin û hestkirna te, eger tu xwerû li vê hevoka jor bifikirî, ma "ku" tê de tune?!
Di piraniya zimanan de jî pirr car heye "ku" nahête nivîsandin ji ber ku hebûn û nebûna wê karîgeriyê li ser wateyê nake.
(Bi dîtina) Di hersê hevokên birêz Orhan de "ku" heye lê di duyan de nehatiye nivîsandin ji ber ku hewce nekiriye û karîgerî li wateyê nekiriye.
Devliken:
Hêja, jixwe heger te jî xwendibe, min gotîye bikaranîna "ku"yekê problem dernakeve, lê dema hejmar dibe dudu û sisê ji tahmê derdikeve. Û carinan jî tercîh e.
Lê wek min got, bi min heta meriv bi xwe bikare hewce ye meriv bi kar neyne, lewra ziman siviktir û herikbartir dibe.
Silav.
Orhan Agirî:
Devliken, xaseten di hin zimanan da, ku zimanê me jî yek e ji wan, ev KU sîrtepişt-akseke kirkariyê ye. Ingilîzî bê WHO û WHICH û THAT nabe, Kurdî jî wisa. Esasen demekê ez di nivîsê Êzdiyên Qafqasî da gellek rastî KÎJAN dihatim . Ev forma KÎJAN jî dikare li rola KUyê rabe di gellek rewşan da.
Devliken:
Lê em ne li dijî her "ku"yê ne. Ew "ku"yên wek pire di hevokekê de derbas dibin em li dijî wan in.
Onûr Cebe:
Devliken, hinek jê jî 'kî' ya ji Tirkî tên. " Minek 'Min nekir ku'
Îmad Al Melek:
"Ez, ê (ku) hez nake ji fûtbolê, mecbûr mam li maçê mezê bikim li mala hevalekî xwe."
Kek Devliken Kelogirî,
Tu ji vê hevokê re çi dibêjî, dem tu dixwînî?
Devliken:
Bi min divê weha bûya:
"Yekî mîna min ji futbolê hez nake, li mala hevalekî xwe ez mecbûr mam li maçê mêze bikim."
Îmad Al Melek:
Sipas bo pêşniyara te lê mebesta min heman şêwe, pêşvebirin û paşdedana gotinan di hevokê de ku gellek caran di bin bandora zimanên din de tê encamdan.
Ez, ê (ku) ji fûtbolê hez nake, li mala hevalekî xwe mecbûr mam (ku) li maçê mêze bikim.
Devliken:
Hêja, wek min got, dema di nava rojê de ji zimanê xwe bêtir meriv zimanin din bi kar tîne, bivê nevê meriv êdî wek wan zimanan difikire û meriv hewl dide bi mentiqa wan zimanan bipeyive/binivîsîne.
Remzî Kerîmî:
Hema weha serpilkî ez jî çend awayên bikaranîna KU yê binivîsim:
KU ya subjonktîf (subjonktif-subjunktive): Bi ya min DIVÊ BÊ nivîsandin yan gotin:
Ku tu neyê, ez jî naçim.
Ji ber ku: Ez nehatim, ji ber ku rê girtî bû.
Piştî ku: Piştî ku te xwe bêdeng kir, min jî tiştek negot.
Tevî ku: Bibûre, min nekarî ez bêm daweta we, tevî ku min pir dixwest.
Ji bilî ku ez patika xwe bixurînim, tiştek di destê min de nema.
Ku: Bolvirîya te bû sebeb ku perê me xilas bû.
Min ew êmanetê (ku) te dabû min, gihand xwedî.
KU ya subjonktîv yan objekt ya gelek cara kurmancîaxêv bikarnaynin û ne mecbûrî ye:
Xudê kir (ku) ez zû hatim
Baş bû (ku) ez gihiştim ser trêna xwe.
(Ew) dara (ku) tu li binî rûniştî, dara gûzê ye.
KU ya subjekt yan objekt ya kurmancîaxêv bikar naynin:
Yê (ku) diçe birayê min e.
Kitêba (ku) min kirî pir buha ye.
Kurdê (ku) bi kurdî nizane, divê fêr bibe.
Ez dibêjim pirbûna KUyên li pey hev di hevokekê yan du hevokan de tên bi kar anîn,
-mîna hemû gotinên tên dubare û sêbare kirin- xwendevan dilikumînin, nivîsê tamsarkî dikin. Û ev tamsarî jî herikbarî-xweşî-zewqa xwendina nivîsê hildiweşîne.
Belkî baştir e li cihê ku ne mecbûrî be, mirov bi kar neyne.
Çareya hêja Orhan Agirî: Forma AT min di devoka botî yan behdînî de nebihîstiye. Gelo Orhan Agirî vê pirsê bi forma pirhejmarî ’êt-yêt’ ya behdînî re tevlihev nekiribe?
Ev civat û nîqaş jî hemû ji vê hevoka jêr a hêja Alî Kût za...
Gotina Dawî
Ez ê bibêjim Xwedê çêke, lê Xweda hosteyê xerakirinê ye, mixabin.