Lê tu carî ji rojevê namîne.
Konformîst e,
lewra li Amerîkaya xopan rûdine, li wir dixebite.
Populîst e,
lewra çendî bi qasî misqalekê kurdîtî ne xema wî be jî, her tim li ser vê mijarê gotinên qelew dike.
Romantîk e,
lewra dengê defê ji dûr xweş e...
Mucahît Bîlîcî doh/pêr di hevpeyvînekê de çi gotibû?
-Ma kurd parsek in, radibin li ber tirkan destên xwe vedigirin û parsê dikin?
-Demokratîzekirina Tirkîyeyê ne karê kurdan e.
-Li Tirkîyeyê 30 milyon kurd hene. Ji dêvla ew ê rabin têkevin pey maf û heqên kulturî, bila ji bo desthilatîyê hêz û qaweta xwe bikin yek û hewl bidin; ew jî şirîkên vê dewletê ne. Bila dewleta xwe ya ji wan hatîye stendin, vegerînin.
-Li bakurê welêt sîyaset di navbera sîyaset û şerê HDPKKyê û netewperestîyeke pûç û paşverû de asê maye.
Û gelek tiştên dinê jî got, lê yên min eleqedar dikin ev xal in.
Îja ka ez bêm ser tehlîl û analîzkirina van xalan;
bêguman bi qasî min jê fêhm kir û dîsa bêguman, ez ê di pencereya xwe re lê binerim û binirxînim.
Jixwe berê jî li ser meseleya kitêba wî ya bi navê "Kurd Hemal" min hin gotin û kelam li ser zanîn û zanist û binhiş û hişmendî û zîhnîyet û akademîsyenîya wî kiribûn...
Danasîna kitêbê li Weqfa Beşikçî çêbûbû.
Heta ez ne şaş bim piştî axaftina wî ya li ser wê kitêbê ew axaftin tomar kiribû û li ser youtubeyê jî bar kiribû, lê ew cîyê ez mijarê dinirxînim û wî rexne dikim birîbû, prof û akademîsyen û civaknasê qerase.
Ê normal e, ji qewla şahê dawetan Hisênkê Omerî...
Di kitêba xwe ya ku kurdan wek hemal dinirxîne de, wî bi xwe pêşengîya hemaltîyê kirîye;
lewra li gorî zanistî, felsefe û nerîna wî, kurdên enerjîya xwe li tirkan/tirkîtîyê xerc dikin, hemal in.
Lê nizanim a wî ka ji nezanî ye, ji kawiktî ye yan tam li ber neketîye, bi qelema xwe hemaltîya zimanê tirkî dike û keda xwe dixe xizmeta sosyolojî û civaknasîya tirkî;
dixe xizmeta sosyolojî û civaknasîya tirkî, lewra bi tirkî diafirîne û meriv bi kîjan zimanî biafirîne, çi dibe bila bibe, dibe mal û milkê wî zimanî.
Û li ser enîya meriv "HEMAL" tê nivîsandin.
Axir...
Ez vegerim ser meseleya me ya esasî.
-Ma kurd parsek in, radibin li ber tirkan destên xwe vedigirin û parsê dikin?
Ji erdê heta ezmên tu heq î û mafdar î. Li ser axa xwe meriv destên xwe venagire û parsê nake, lê wek cenabê te jî baş dizane, wextê rêberên meriv, pêşengên meriv çavbirçî û teres bin, bi zemên re ew zîhnîyet li nav xelkê jî belav dibe.
Nizanim tê bîra te, berî ev xwelîserî li nav kurdan belav bibe, di kultura kurdan de pars tune bû; wek têgeh hebû, lê wan bi xwe pars nedikir, parsa xwe didan mirtib û aşiq û qereçîyên nav xwe.
Îja piştî kesên ne eşîr ango ne esîl bûn serek û rêber, li ser axa xwe kurd jî bûn parsek û dest bi parsê kirin, mixabin.
-Demokratîzekirina Tirkîyeyê ne karê kurdan e.
Ev jî tehlîl û analîzeke baş e, lê bi min û yên wek min ne zêde balkêş e, lewra hingî me got mû bi zimanê me ve hat;
îja...
wek tu jî dizanî gîyhayê hewşê tahl e! Lê çi tahl çi şêrîn, ne xema me yê; em ê her bibêjin.
Bi dehhezaran keç û lawên kurd di ber demokratîzekirina Tirkîyeyê de hatin kuştin, kezeb û gurçik li dê û bavên wan şewitîn, peritîn.
Bi hezaran gundên Kurdistanê di qonaxa vê demokratîzekirinê de hatin şewitandin, hilweşîyan.
Bajar pûç û vala bûn, hedimîn xanî bi xanî ji bo vê demokratîzekirinê.
Genetîka neteweyekê nexweş ket, zîhnîyeteke teres kon vegirt di ber vê demokratîzekirinê de.
Bi dehhezaran kurdperwer ji mecbûrî ji welatên xwe koç kirin.
Bi dehhezaran kurdperwer di zindanan de bûn nîvînsan.
Lê...
Sosyolojî û zanistî û akademîsyenîya te bertekek/reaksîyonek nîşan neda, negot ehmeqino, Xweda jî demokratîze bibe, tirkên xwedîyên wê zîhnîyeta asyaya navîn a hov û dirinde, tu carî demokratîze nabe.
Nuha jî tu û çend hemtayên te rabûne ji vî miletê perîşan û belengaz re li tembûrê dixin.
-Li Tirkîyeyê 30 milyon kurd hene, ji dêvla ew ê rabin têkevin pey maf û heqên kulturî, bila ji bo desthilatîyê hêz û qaweta xwe bikin yek û hewl bidin; ew jî şirêkên vê dewletê ne.
Li ser meseleyê, heger min sekn û helwesta Bîlîcî, min bext û ûjdanê Bîlîcî yê populîst, min hiş û binhiş û hişmendî û zîhnîyeta Bîlîcî nas nekiribûya, min ê bigota, ji tehlîl û analîzên wî welatperwerî, neteweperwerî, kurdperwerî difûrin,
lê...
erê, lê gotin û emel ango teorî û pratîk li hev rûnanin.
Tiştên Mucahît Bîlîcî dibêje, diparêze, ne kêmî helwesta HDPyê ye;
lewra...
HDP jî hewl dide kurdan bike şirîkê tirkan ên vê dewletê,
lê...
bi şertê ku kurd di nav tirkan de bimehin û bibin "kurdkokenlî"...
Di bin hişê Mucahît Bîlîcî de jî ev teorî heye.
Hewceyî dewleteke din ango Kurdistanê nake. Dixwaze bibêje, "dewlet dewleta we ye û hûn jî mîna tirkan bibin xwedîyê wê û bi zimanê wê bixwin, vexwin, biçêrin..."
Û meseleya neteweperestên kurd...
Çima ji sekn û helwesta neteweperestên kurd aciz e?
Aciz e, lewra neteweperestên kurd neqebê lê teng dikin û tehlîl û analîzên wî pûç derdixin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, bi sekn û helwesta neteweperestên kurd, "tav dide qûnê" û rast û derew ji hev derdikevin.
Pêşnîyarek:
Kurdîtîyê neke mijara populîzma xwe û bi me neteweperestan re, ne kaban biavêje, ne jî quretîyan bike.
Benîştê dînan bi cûm e!..
Gotina Dawî
Li Tirkîyeyê çepgir, rastgir, lîberal, demokrat, oldar, xwedanenas tune ye, tenê nijadperestîyeke çeqel, faşîzmeke pûç û vala heye...
Û xwendeyên me yên kurd jî li ser koka vê zîhnîyetê şîn û şên û mezin dibin, mixabin.