Ma cebeş bû?
Zebeş bû?
Şebeş bû?
Yan gebeş?..
Cebeş jî dibe, zebeş jî dibe, şebeş jî.
Lê yên gebeş!..
Ne hayê wan ji cebeş heye, ne hayê wan ji zebeş heye, ne jî hayê wan ji şebeş heye.
Zimanê kurdî dewlemend e, zengîn e, xurt e û sînorê zimanê kurdî fireh e, lê...
Erê, lê...
Mejîyê kurdan teng bûye, mixabin.
Kurdî têra helbestê dike...
Kurdî têra çîrokê dike...
Kurdî têra romanê dike...
Kurdî têra hunerê dike...
Kurdî têra sîyasetê dike...
Kurdî têra fesadî û gelacî û pevçûnê jî dike...
Ê weleh kurdî têra pevşabûn û nîyhandin û seksê jî dike.
Ma çi?
Ma nav û têgeh û qalibên teknîkî/teknolojîk.
Heyran!
Ev jî ne sûcê kurdî ye.
Çima?
Heger me kurdan ji kurdî re welatek ava kiribûya, wek welatên modern û di warê teknîk û teknolojîyê de pêşketî, li welatê kurdî jî ji pêşketinên teknîkî û teknolojîk re nav û têgeh û qalibên kurdî yê li ferhenga kurdî zêde bibûna.
Îja sûc ne sucê zimên e; sûc sûcê xwedîyê zimên e.
Û zimanê me yê tenê têra gundê me, bajarê me, herêma me bike, heger di demek nêzîk de kurdî ji xwe re Kurdistanekê ava neke.
Got,
-Ez mirîdê te me. Tu bibêjî çi ez ê li te guhdarî bikim.
Min got,
-Ne nêr, mê ji min re lazim in.
Got,
-Çii? Min fêhm nekir?
Dû re li zimên hilkumî û di ber xwe de bişirî, lê ew bişirîna wê nêzîkî ken bû, ne kenekî bideng...
Got,
-Erê, bibore, ez mirîda te me.
Min got,
-Ez jî xulamê çiçik û memik û quzê te me.
Di kurdîya kurmancî de tenê tîpek ango herfek dikare kîr bike quz, quz jî bike kîr...
Çi nasyonalîst, çi anarşîst, çi sosyalîst...
Heger ew raman li ser dil û karaktera xwe bar nekiribe, zêde serî lê mezin nekin;
armanca wî tenê populîzm û quretîyên bêbingeh in.
Di nav lepên kesên wilo/werê/wenî/halo/wisa de xwe nekin pêlîstok û bila ew jî li ser kawikî û dilpakîya we nasnavan li xwe zêde nekin.
Meriv bawerîya xwe bi kîjan ramanê anî û ew raman parast, hewce ye meriv ji qirikê berjor nepeyive/nebêje.
Dû re...
Di navbera dil û mejî de meriv dihetike, heger mentiq li meriv bê xezebê...
Gotina Dawî
Karakter maka her tiştî ye; heger karakter pûç be, karakter li ser zanîneke fahş û pûç bilind dibe; heger karakter xurt be, ew karakter bi zanîn û vîzyoneke rengîn te dike reb û li her derê tu rep digerî.