Çi gotibû rehmetî?
"Tu dizanî? Hayê min ji her tiştî heye, lê ji bo hin tiştan carinan ez xwe li nezanîyê datînim."
Erê bi Xwedê!..
Carinan bi zaneyî em xwe li nezanîyê datînin.
Îja heyran,
qey carinan ji bo wê kêlîyê meriv ji hêvî û xeyalan dûr nekeve, ev reng û celebê xwexapandinê hewce ye.
Bi texmîna min rehmetîyê Tolstoy ê jî werê fikirîbe,
loma ev gotin kirîye û vê gotinê, bi zemên re, qonax bi qonax bi teqleyan xwe gindir kirîye û hatîye heta vî zemanî.
Îja di gelek mijar û meseleyan de em xwe li kawikî datînin.
Himm!
"Xwe li kawikî danîn"
Biwêjek e û li herêma Mêrdînê pir li kar e ango pir tê gotin.
Dema yek bi tiştekî bizane lê xwe li nezanî deyne, dibêjin, "filankes xwe li kawikî datîne."
Wek min got, di gelek mijar û meseleyan de em em xwe li kawikî datînin..
-Ew îdeolojîyên ku me li pey xwe dikişkişînin û bi genetîkeke xerabe karaktera me pûç dikin, ne tu îdeolojî ne, lê dîsa jî em xwe li kawikîyê datînin.
-Ew serok merokên ku em nizanin bezê paş guhê bavên wan ji ku ye, em radibin bi haweyekî mirîdane bawerîyê bi wan tînin û xwe li kawikîyê datînin.
-Ew partîyên ku tenê derdê wan qoltixek e, em ji peyva wan dernakevin û xwe li kawikîyê datînin.
-Ew nivîskar û hunermendên ku tenê ji bo populîzmeke fahş kurdî bi kar tînin, ji dêvla em wan rexne bikin, em radibin bi şev û roj pesnê wan didin û em xwe li kawikîyê datînin. (Li vir em jî piçekî populîst tev digerin)
-Ew rewşenbîrên ku nikarin rewşa xwe rewşen bikin û em dibînin jî, lê em radibin wan li ser serê xwe dikin Xweda û xwe li kawikîyê datînin.
-Ew sîyasetvanên ku bi qasî misqalekê kurdî û kurdîtî ne li ser bala wan e, lê çendî em pê dizanin jî, em xwe li kawikîyê datînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
çi sîyasî çi ehlaqî, çi olî çi civakî, pirê caran em dizanin derew û xapandin e, lê dîsa jî em xwe li kawikîyê datînin..
Meseleyeke din jî meseleya LGBT+Î û nizanim çiyan e..
Bi qasî misqalekê ez ne homofobîk im, berevacî, ez ji rengînîya jîn û jîyîn û jîyanê hez dikim.
Erê, ez heteroseksuelekî doxînsist ê jinhez im, lê tu carî min ji xwe re nekirîye derd û problem bê ka kê çawa û bi çi haweyî bazdaye ser kê!..
Lê divê em tiştinan tev li hev nekin.
Ev hevalên LGBT+Î û nizanim çi,
Hûn heq in û heqê we ye hûn jî wek hevalên xwe yên heteroseksuel di nava ewleyî û aramîyê de bijîn.
Divê ew pêşhukmîya li dijî we bişikê, lê dîsa divê...
hewce ye hûn jî ji bo şikenandina wê pêşhukmîyê hewl bidin.
Çi ye ew pêşhukmî?
Dema mijar dibe LGBT+Î û nizanim çi, di serîyan de tenê tabloyek çêdibe:
Nîyhandin! Nîyhandin! Nîyhandin!
Erê, ji ber wê tercîha xwe ya cinsî hûn tên aforozkirin, lê heyran hûn jî bîst û çar seetan wê nîyhandina xwe bi haweyekî beloq nexin çavên însên.
Ma hetero, di nava rojê de tenê mîna kîrekî û quzekî digerin?
Na!
Karê xwe dikin, kêfa xwe dikin, digerin, civatên xwe digerînin, dixwin, vedixwin, lê wextê kîr û quz jî li wan har û rep dibin, bi haweyekî munasib diherin xwe di hev de vala û rehet dikin.
Qesta min ji munasibbûnê, yanî nalîrînin, nakin hewar û gazî û nabêjin,
"Gelî gundî û cîranan! Ha va ye em dikin herin di hev nin û quz û qûnê li hevdu beqetînin!"
Rast e, ji ber tercîha we ya cinsî we bi serê dêr ve dikin û diajon ser we, lê dîsa jî hewl bidin ku bila civak tenê bi çavê fahîşeyî li we nenere û hûn jî di serê civakê de îmajeke werê çênekin.
Haa!
Bawer bikin, di jîyana xwe ya mehrem/veşartî de belkî bi pirê me heteroyan re jî nîvhomoyîyek heye, lê hin kes wê fantezîyê ji xwe re dihêlin, nahêlin kesî pê bihisînin, hin kes jî bi partnerên xwe re vî kurmî dişikînin.
B kin û kurdîya kurmancî,
di eslê xwe de her kes piçekî homoseksuel e.
Gotina Dawî
Bihêlin, kî çawa dixwaze bila werê bijî, lê qûna xwe ji derpî dernexin!..