17 Haziran 2023 Cumartesi

lîrelîra pîrê

Derket ser xênî, berê xwe bi bakur ve kir, destê xwe da ber devê xwe û heta Xwedê hêl dabûyê qîrîya:
-Xwelîserino!
-Ehmeqino!
-Teresino!
-Bêmejîno!
-Belengazino!
-Nezanino!
-Kurtêlxwirino!
-Xulamino!
-Koleno!
Bi qîrîna wî re pîreka wî derket devê derî, fitilî, di ser stuyê xwe re li jor li ser xênî nerî.
Got:
-Hecî Tewfo! Hecî Tewfo! Pepûk! Li min porkurê! Xêr e, çi qewimîye, malavao? Çi bûrtebûrta te ye vê şiveqê?
Hecî Tewfo şewqeyê xwe ji serê xwe kir, di nav destê xwe de ew guvaşt û bi hêrs dev li qozîya şewqe kir.
Got:
-Keçê! Tirk me naxin şûna însên. Ne zanin em henin, ne zanin em tune ne; bi qasî misqalekê em ne li ser bala wan in. Hêz û qaweta Xwedê têrê nekirîye tirkan hîdayet û kedî bike, partîzanên "me" rabûne xwe li erdê dixin û ha ha dibêjin em ê tirkan hîdayet û kedî bikin û demokrasîyê bînin Tirkîyeyê. De were kirasê xwe neçirîne û xwe nekuje.
Û xwe ji ser xênî avêt erdê. Li erdê bû term. Pîreka wî bi lîrelîr û halan ber bi termê wî ve bezîya û li ber serê wî li ser çongan rûnişt û destên xwe kirin hutik û bi sînga xwe ket. Piştî têr li xwe xist û girîya, bi hirbîya serê xwe hêsirên xwe paqij kir û rabû ser xwe, tilîyên xwe ber bi jor ve bilind kirin û lîrand.
Got:
-Şehîd namirin! Bijî serok Apo! Şehîd namirin! Bijî serok Apo!..
Û pê re pê re dîsa bû lîrelîra wê, lîrand!..

Gotina Dawî
Aqilê kêm, serîyê vala...