-Te hişt ku dîsa ji nû ve ez bi jintîya xwe bihisim.
Tu rastîyê bixwazî,
jixwe min tu carî ne xwe, ne jî jintî çi ye, nas kir.
Di malbateke girtî û muhafezekar de me newêrîbû serê xwe ji ber xwe rakira û di ser xwe re li xortekî binerîya.
Ji bavê me zêde bû em bi wê jintîya di hundirê me de mîna ar û agirekî gur pêl bi pêl li hev diqulipî, biqurincin û wê şîyar bikin.
Ax ax!
Te dîsa kul û derdên min tev rakirin di vê şeva pîrozwer ku cara ewil tê digihêjim bê kêf û şehwet û arezû çi ye!
Dîn im îşev;
har im bi hartîya te
û nifiran dibarînim bi ser wî Xwedayê ku heta îşev ez ji vî qudretî bêpar hiştibûm.
Serên memikên min bel bûne
û erdhejek diqewime li zozanê gilika min;
şilûpil bûye derdora quzê min.
Ez nifiran bi ser te de dibarînim, vê şevê,
ya Xweda!
Û Xwedayê min ê nuh ku ez jê re dibêjim Reb jî, rep kirîye
û arezû û kêf û şehwetê dibarîne bi ser sîng û berên min de.
Ya Reb!
Ji îşev pê de, ez evda te me,
tu jî Rebê quzê min...
SedeqalahulEM!
Mêrê ku îşev ji xwe re kiribû Reb,
rep kiribû...
Serê xwe ji nav memikên wê rakir û hêdî hêdî berjêr daket.
Ziman li ser bedena bi cizbêketî mîna marekî disûrikî;
bi ku dera wê dibû, ew der ditevizand
û wê tevzê mîna lehîyê ew ber bi arezûyeke bêbinî ve dikişkişand.
Volkan diteqîya di mejîyê wê de!
Çav lê diqulipîn,
ziman lê lal,
dil bi çargavî dibezîya di qefesa sîngê de...
Û bi hev re
qûrîyan,
qîrîyan,
girîyan,
teqîyan!..
Û kenekî dînoke bi dîwarên odeyê ve rapelikî,
bi azana Melê re...
Allahu Ekber
Allahu Ekber
Allahu Ekber
Allahu Ekber!
Eşhedu en la îllahe îllallah
Eşhedu en la îlahe îllallah
Eşhedu enne Muhammeden resulûllah
Eşhedu enne Muhammeden resulûllah
Hayye ale's-salah
Hayye ale's-salah
...