vê sibehê
bi dîmenekê ez şîyar bûm
birûsk ji çavên min çûn
di mejîyê min de bû giregira tavan
û li ezmanê palikên çavên min ewr kom bûn
ewr kom bûn lê nebarîya mixabin
hişk û zuwa mam mîna dareke rizîyayî ya sedsale
û bi sedan nifir li xwe heyirîn
li serê zimanê min ê lalbûyî
wê kêlîyê
min nedizanî ez ê bi ser kîjan xwedayî de biqîrim
herim li derîyê kîjan pêxemberan xim
û çawa kela dilê xwe birijînim
min xwe bera bîra dilê xwe da û xwe avêt bextê dil
li hestekê gerîyam
êş
jan
kezebşewatî
hêsîrî
rebenî
belengazî
bêxwedîtî
bêxwedayî
na na ne yek jî
ez fikirim fikirîm û fikirîm
min got gelo dibe di ferhenga zimanê min de hîn nehatibe nivîsandin ev hest
erêê
vê sibehê dêyekê
bi hesreta sî salan li lawê xwe dinerî
lê tenê dinerî
nerîneke sar
nerîneke pûç
nerîneke vala
nerîneke xerîb
ew lawê ku sî sal berê bi girî û qîrîna dêya xwe xatir ji dêya xwe xwestibû çûbû
û ji bo kezeb û gurçikan bêtir li dêya xwe neperitîne mîna çîyayekî rût û tazî sar sekinîbû û hêsirên xwe niqutandibûn hundirê xwe
nuha di şûna xwe û wê de digirîya
digirîya lê
girîyekî fedîyok
girîyekî rebenok
girîyekî mirarok
ew dêya ku bi salan çavên wê di rêya lawê wê de qerimîbûn
bi qasî nefesekê nêzîkî lawê xwe
lê ji vir heta mala xwedê dûrî dêtîya xwe bû
êdî
Gotina Dawî
Ev trajedî, ne ji fîlmekî sahneyek e; ev trajedî, trajedîya qewmekî bêxwedî û bêxweda ye!..