Selahattîn Demîrtaş û CHP
Rewşa CHPyê ne baş e, tenê Selahattîn Demîrtaş dikare CHPyê ji nav vê kaosê derxe û bike desthilat.
Ji bo Selo başqan bibe başqanê CHPyê hewce ye tirkîyeyî- çi tirk çi kurd- peyva xwe bikin yek û tifaqekê çêkin.
Di bin serektîya Selo başqan de sînorên mîsak-i millî yê xurttir bibe.
Bijî biratîya gelan!
Bijî ruhê eşme!
Bijî efendîtîya tirkan!
Min got:
Berhem berhema xelkê ye, bi wergera wê em qîyametê radikin!!!
De îja tew berhem bi xwe ya me bûya, me yê çi tofanî rakira?
Ya star û ya star!
Ax ji ber vê kompleksa me, ax!
Jixwe çi tê serê me, ji ber van kompleksên me tê serê me.
Hingî bi genetîka me lîstine, ji xwe pê ve em her tiştî mezin û pîroz dibînin.
Nuha hûn dibêjin ev serê seetekê ye Devliken rabûye ji me re li tembûrê dixe, dixwaze çi ji me re bibêje û divê em çi jê derxin?
Mixabin, erê mixabin ku dîsa mijar Kawa Nemir û berhema rehmetîyê James Joyce "Ulysses" e.
Ma jixwe heta meriv navê James Joyceyê reben nebêje, her kes dibêje qey "Ulysses" ne berhema Joyceyê reben e, berhema Kawa Nemir e.
Na na, bi qasî Kawa nan ji vê berhemê xwar û dixwe, Joyceyê reben jê nexwar.
Ez dizanim û dema li ser wî dipeyivim/dinivîsînim ez bi xwe re jî dixeyidim, lê carinan li tiştinan rast têm, nikarim xwe bigirim.
Wek hûn jî dizanin gotineke klasîk heye: Reklam reklam e, çi baş çi xerab...
Weleh ez jî dizanim dema li ser wî dinivîsînim, ji wî re dibe pesn û reklam, lê wek min got, dema li hin tiştên fahş rast têm, nikarim bi xwe.
Û ez ditirsim hingî ez li ser wî dipeyivim/dinivîsînim bira jî wek paşnavê xwe bibe nemir.
Xwedê neke!
Axir...
Li ser qonaxa wergera Ulyssesê amadekarîya belgefîlmekê heye.
Ez bawer nakim li ser qonaxa afirandin û nivîsandina vê berhemê belgefîlmek çêbûbe.
Îja wek min got,
vê kompleksa me ya pûç û beradayî ku tenê narsîzm û populîzm jê difûre, mîna vîrusekê mejî tevizandîye.
Lo lawo!
Here were te ew berhem ji zimanekî qulipandîye ser zimanekî din. Ev sîh sal in ma qey dawîya vê çîrokê nehat!
Bi serê mîrê mîran Celadet Elî Bedirxan, xelaskarê îbranîya modern Elîezer Ben-Yehuda bi qasî te ji alî cihûyan ve bi vê xezebê nehat pîrozwerkirin.
Îja heyran!
Di civaka kurdan de kes bi qasî Apo û Kawa ne bi siûd e;
tu yê sûnd bixwî quzê gurê bi wan ve ye.
Çi qenc çi xerab her çi bikin, civak wan li ser serê xwe digerîne.
Bawerîya min bi tiştik miştikên weha fahş û beradayî nedihat, lê vê carê ku ez vegerim welêt, ez ê bi apê xwe Bekirê Hecî Evdo yê nêçîrvan re derkevim nêçîra guran. Û heta ez dêlegurekê nekujim û quzê wê nekim nivişt û bi xwe ve nekim, ez ê venegerim.
Lê heger nebû qismet û tenê nêregur ketin kemîna me, ez ê jî ji kîran qolyeyekê çêkim û bi Aras Kargoyê bişînim ji Dewlet Bahçelî re.
Yaw çi nifşekî beradayî derketîye; ji xêndî kurdîtîyê bi her şewb û nexweşîyê dikeve.
Îja zimanê meriv çi be, ehlaqê meriv jî di wê çarçoveyê de dîzayn dibe.
Ast û IQya tirkan kifş e jixwe. Ev nifşê nuh jî bi zimanê vî (ne)qewmî dijî, mixabin;
loma jî ehlaq jî li gorî ehlaqê vî qewmî distewe.
Ê pêşîyên me belasebeb negotîye:
"Meriv ker û golikan li cem hev girê bide, ew ê ji hev bielimin tir û fisan."
Meseleya me û tirkan jî ev e.
Em ji van teresan hînî tiştekî baş nebûn, mixabin; nebûn, lewra tiştekî wan ê baş tune ye.
Ne ji xwe re dibin, ne jî ji derdora xwe re dibin; jixwe yekî ji xwe re nebe, bêguman ew ê bi kêrî derdora xwe jî neyê...
Tenê em ji wan hînî zimanê wan bûn, lê ew ziman jî ji pîneyan çêbûye û bi kêrî tiştekî jî nayê.
Ji fêdê bêtir zirar da me; bi hînbûna zimanê wan me zimanê xwe ji bîr kir.
Gotina Dawî
Got,
heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmêyê ne.