21 Haziran 2023 Çarşamba

çend gotinên ji hev aciz

Li gorî nerîn û felsefe û mentiqa Paulo Coelho, mezin dikarin sê tiştan ji zarokan hîn bibin:
1-Bêyî ku sedemek hebe meriv bikare bextewar bibe.
-Rast e. Zarok dikarin bi darikan têkevin nav gûyê xwe û bi seetan bi wî gûyî bilîzin û xwe bextewar hîs bikin.
Û jixwe hin mezin jî mîna zarokan bêvila xwe dixin her gûyî û xwe gûyekî dihesibînin!..
2-Her tim xweşitexilandina bi karekî/xebatekê yan jî ji ber xwe de afirandina çalakîyekê/aktivîteyekê.
-Rast e. Aktivîte/çalakî hebe tune be, her tim aktîf in lê enerjîya xwe li karê ne karê xwe xerc dikin.
3-Ji bo bigihêjin armanca xwe yan jî tiştekî bi dest bixin, xerckirina hêz û enerjîyê heta niquta dawîn.
-Rast e. Mezin jî, ji bo bigihêjin armanc û hedefa xwe hemû hêz û enerjîya xwe xerc dikin, lê tu carî hesabê malê û sûkê li hev dernakeve û pê digirin.

Hinek ketine derdê kubrê, hinek jî ketine derdê qûnê.
Yên li pey kubrê diherin jî qûnê li ser dikin, 
yên li pey qûnê diherin jî...
De îja... 
ka kubir qûnê kubar dike yan qûn kubrê çêdike,
nizanim.

Kurdî zimanekî xweş û sade û herikbar e û jixwe kes ji me ne fezayî ye jî...
Ê wê çaxê...
çima hin heval radibin kurdî rep û beloq û asê dikin?
Qey hûn ditirsin, hûn naxwazin kes ji we fêhm bike?
Peyv û bêje û gotin û kelaman nekin mertal û xwe di pişt wan de veneşêrin.
Ew peyv û bêje û gotin û kelam carinan mîna kirasekî transparan e û kîr û gun û qûn û quz di bin de kifş in!..

Ji kerema xwe re bixwînin, lê wê xwendinê ji dil bikin;
kitêb ji îxanetê hez nakin.
Ji bo kulmek populîzm hûn li pêş çavê me dest diavêjin namûsa wan.
Wek nîyhandinê, xwendin jî mahrem e û wê mahremîyetê biparêzin.
Û...
Bira û!
Xwendinek ku we jê fêhm nekiribe, tenê ji bo quretîyeke bêesas pesnê wê nedin û xwe nehetikînin.
Xwendin dibêje min ji xwe re bibêjin, ne xwe ji min re...(Bêhna Kovan Baqî ji vê hevokê difûre, lê ez dibêjim yekî bitengije, ez ê bikarim wî li ber xim; lewra peyameke sublîmînal lê barkirî ye.)

Gotina Dawî
Ez ji quretîyan hez nakim û ne qure me, lê...
dema ez dibînim yekî mejîsist xwe fahş dike, ez bi haweyekî qure xwe li wî diboqînim.
Qûnek bin, lê ne kurkure bin!