29 Haziran 2023 Perşembe

tu kurdistana min î

Li ber serê dêya xwe ya heyştêsalî rûniştibû, bi hev re li televizyonê dinerîn. 
Li ser ekranê belgefîlmek derdiçû; belgefîlm li ser Dîyarbekirê bû; bi meraq û balkêşî li wî belgefîlmî dinerîn.
Bernamekêş bi mêvanê xwe re derbasî xanekê/koşkekê dibûn. 
Berî derbasî xanê bibin, li quncikeke xanê ji bo wan cî hatibû veqetandin; xebatkarên xanê sifreya wan a taştê hazir kiribû.
Hêkên biqelî, hêkên bisicûq, hêkên bipastirme, hêkên kelandî, to/qeymax, rûnê nivişk, hinguv, reçela mişmişan, reçela qeresîyan, reçela dirîreşkan, dims, tehîn, penêrê teze, penêrê dagirtî, penêrê hilandî, penêrê qeşar, penêrê bisîrik, zeytûnên şîn, zeytûnên reş, zeytûnên dagirtî, borek, şorik û çend tiştên din...
Dêya heyştêsalî fitilî ser keçika xwe, got:
-Ma weleh, êdî ji gewîbûnan hew dizanin ew ê çi bikin. Di kultur û adetên me de tiştekî werê tune bû. Berê, dema em li gundan bûn, taştêya me şorbe bû. Serê sibehê hema hema li ser tifika her malê dixana agirê tifikê tevî keldixana şorbeyê bi hewa diket. Erê, hêk jî, pener jî, dims jî, mast jî, zeytûn jî hebûn, lê piranî taştêya me şorbe bû. Wextê xerîbek dagerîya gund û berê xwe bida malekê, malxwê malê ji kevanîya malê re digot ka malhazirî çi heye ji mêvanê me re bîne, bila bixwe. Kevanîya malê derbasî hêla din a malê dibû û malhazirî çi hebûya, li ser sinyeyekê dikir û dianî datanî ber mêvanê xwe.
Çi bû ew malhazirî?
Yan hêkên qelandî bû.
Yan sênîkek mast, sênîkek dims bû.
Yan du dîlim penêr û sênîkek zeytûn bû.
Yan jî, heger maleke halxweş bûya, qelî jî hebû.
Keçikê li dêya xwe ya heyştêsalî nerî û keserek kişand.
Got:
-Ji tahman tahm di kultura me de nehiştin, mixabin. Erê, belkî berê dewlemendîya ser sifreyan bi qasî ya îro tune bû, lê ji tahma her zewadeyî tahma jîn û jîyanê difûrîya. Ji alîyê madîyatê em çi qasî dewlemend bûn, ji alîyê manewîyatê jî em ew qasî xizan bûn, mixabin.

Got:
-Dema ez nivîsên te dixwînim, bask bi min ve şîn tên û ez bajar bi bajar di ser Kurdistanê re difirim, hemû bêhn û tahmên ser axa Kurdistanê dikişînim nav dil û kezeb û gurçikên xwe.
Ez bişirîm. Ew jî, ziq ma li min nerî...
Min got:
-Tu çiqasî ji min hez dikî?
Ji keskê çavên wê hemû rengên tebîetê difûrîya.
Got:
-Bi qasî dîroka Kurdistanê...

Gotina Dawî
Bi mirina her kal an pîrekê re, perçeyek goşt ji zimanê min jî kêm dibe...