keskekî bêkesî
û dilerizî ji nişka ve bi lerzeke derizî
derza dilekî merezî
ji mêj de lê bar kiribûn barekî keskeyî
keskeyekî şerhî
û bi nalenal direvîya ji ber dengê nahlên hespekî serserî
hesp serserî siwarî serserî
di guhên wê de olan dida dengekî dawidî
li seranserî bedena wê xofek belav dibû
û çeng dibû ser xwe ji wê xewa nîvmirî
dîsa di guhên wê de dikir zingînî ew gefa emirqutî
ez ji te ketibim
ji te
ne ku dilê te têkeve hinekan
ku ez bibihîzim dilê hinekan ketîye te
ez ê te bigurom bi kêreke devko ya kalanî
dû re
nefes lê çikîya û bi xwe re xeyidî
nehişt dengê girîyê wê şevê lê bike dojeha rebanî
Li vî welatî, li ser vê axê,
ji bo dê û bavan tirsa herî mezin, mezinbûna qîzê ye.
Dê û bav ji bo navek neyê ser qîzê û "nehetikin" di nav xelk û alemê de, şîr li ser dikujin û zûka wê didin mêr.
Dê û bav, li ser navê namûs û xîretê,
lê di esasê xwe de, xwe distirînin ji "bêehlaqî"yê;
ji bo serê wan di nav civakê de berjêr nebe, serê qîzê girê didin û nahêlin ew qîz serê xwe ji nav şeqên xwe bilind bike heta roja qîyametê!..
Gotina Dawî
Li welatê Janistanê,
dê û bav,
ne ji bo çêya qîzên xwe, ji bo tirsa qûna xwe hewl didin qîzên xwe zû bi serî bikin û bişînin cem mêr;
lewra,
bi qasî ditirsin navê bênamûsîyê yê bê ser wan, ew qasî ne xem e ji bo wan, êş û jan û birînên qîzên wan!..
Gotina Herî Dawî
Divê ehlaq bimire!