Rojek ji rojan zilamek xwe kar dike û dihere hecê.
Ji newqê berjêr pûç, bi çavekî kwîr, bi pîyekî seqet û bi guhekî jî ker e.
Wextê ji bo keviran biavêje Şeytên xwe li ber Şeytên xweş dike, Şeytan ber bi wî ve stuyê xwe ji qêlik derdixe, radikişîne û devê xwe dixe guhê wî, jê dipirse:
-Ji newqê berjêr çi bi te hat?
-Bi emrê Xwedê ye.
-Çi bi pîyê te hat?
-Xwedê werê çêkirîye.
-Çi bi çavê te hat?
-Dana Xwedê ye.
-Çi bi guhê te hat?
-Ew jî karê Xwedê ye.
Rebenê Şeytan pir aciz dibe. Dev li qozîya simala dora stuyê xwe dike. Bi hêrs bi ser wî de diqîre, dibêje:
-Hey keran di dê û jinên te nîyho! Madem Xwedê nîyhaye te, tu xistîyî vî halî, ev îja çi virevira te ye tu van keviran diavêjî min?
Îja heyran,
ev jî meseleya me û apocîyan e.
Apocîyan û dewletê bi hev re peyva xwe kirîye yek, agir berdaye bakurê welêt; ne can hiştine, ne jî mal,
ne eyb û ne fedî, bakurî jî radibin berê xwe didin başûrê welêt û çêr û sîxêf û xeberan ji barzanîyan re didin û wan dikin xayîn û hevalbendên dewletê.
La hewle wela!
Îja wextê aqilê meriv ne ji kîsê meriv be ango ji kîsê xelkê be, meriv ne xwe nas dike, ne jî dost û dijminên xwe ji hev...
Gotina Dawî
Her kê go ez, berê wê bide rez û li ser dilê wê bistirê, mîna çîroka bêrîvanên bi xwe xweş tînin li ber bilûra şivanên pez.