11 Haziran 2023 Pazar

nizanim lê divê em bizanin

Ji min derew, dibêjin meaşê pêşmergeyan 340 dolar e.
Û bi qasî em dibihîzin bazara Kurdistanê jî zêde ne erzan e; ne bi 350 dolarî, bi 1000 dolarî jî debar zor e.
Êêê!
Naxwe ev pêşmerge bi çi û çawa debara xwe dikin?
Rehmetnelêyê Turgut Ozal hat bîra min. Li ser pirsa, "polîs/karmend ê di vê buhayîyê de bi vî meaşê hindik çawa debara xwe bikin" Rehmetnelêyê Ozal gotibû, "Karmendên min/memûrên min îşê xwe dizanin; ew ê li xwe neheyirin." 
Û rê li ber bertîlê/ruşwetê vekiribû...
Ditirsim rewşa Kurdistanê jî ev be, çendî navê Kurdistanê xweş û şêrîn e jî.
De ya bi xêr!
Lê...
Wer xuya ye xêr ê bi sî û starê me nekeve.
Li Kurdistana min a ku tenê navê wê bi guhên meriv xweş tê, rewş ew qasî ne xweş e.
Hîn me çar perçe bi hev nedurûtine, hewl didin ji her perçeyekî jî çar perçeyan derxin!..
Mixabin, berjewendîyên şexsî ji berjewendîyên milî/neteweyî pîroztir in.
Û heta çav têr nebin- bawer nakim têr bibin- Kurdistan ê xeyal be.
De hêvî dikim bi nav xeyalên me de jî narîn!..

Serê sibehê bû.
Bazo ji ser taştê rabû û berê xwe da mala xwarzîyê xwe Sefer.
Havîn bû û xelk li ser xanîyan radiket. Sefer, li ser xênî hîn di xew de bû.
Li jêr jî himehima klîmayê bû; zarok li ber klîmayê raketibûn.
Bazo li dîwêr nerî, çavên wî li her du xurtûmên kêleka klîmayê ketin.
Ber bi şibakeyê ve du sê gav avêtin û serê xwe di şibakeyê re derxist.
Got:
-Rahmê! Ha Rehmê! Ev tu ji min re nabêjî ev klîmaya we çima bi du xurtûman dixebite?
Rahmê xwe avêt ser kêlekê, piçekî tewşî xewê bû.
Got:
-Yek xurtûm e, yek jî xirtûm e...
Bazo li ber neket bê ka Rehmê dixwaze çi bibêje. Devê xwe bir û anî.
Got:
-Yanî çi?
Rehmê got:
-Wîî! Min go yek xurtûm e, yek jî xirtûm e, xirtûm. 
Bazo dîsa li ber neket. Rehmê jî fêhm kir Bazo li ber neketîye.
Got:
-Xurtûmek a klîmayê ye, xurtûma din jî ya xirê xwarzîyê te ye. Pişta wî qels e, îja ji bo xew lê neherime û her ji nîvseetê carekê danekeve destavê, me serîyekî xurtîmê bi serê kîrê wî ve kirîye, serîyê xurtûmê yê din jî me di qiraxa xurtûma klîmayê re berjêr berdaye. Îja te fêhm kir, xalo?
Di ber xwe de kir vinevin, Bazo, "Av jê diniqutî. Xwedê mala bavê min stirand ez neçûm min pê serçavê xwe neşuşt."
Rehmê got:
-Te got çi? Dengê te nehat min!..
Bazo got:
-Xirtûm xirtûm!!!

Gotina Dawî
Navê Kurdistanê xweş e, lê li ser hin zimanan xweş rûnane, mixabin.