31 Mart 2022 Perşembe

ziman û ax

Piştî ez gîhaştim Kadikoyê bi du seetan Fero hat, lê heta Fero hat, ez jî nesekinîm, ez çûm, min pişta xwe da dîwêr, berê min li behrê, li ber tavê min nigên xwe radan.
Hewa xweş bû û mîna pezên ji govê bifilitin, qîz û xortan xwe li wê perava Modayê qewimandibû.
Hîç min texmîn nedikir, 
lê piştî ez hînî Kadikoyê bûm, êdî wek berê nema kêfa min ji Beyoglûyê re tê. 
Yanî meriv rastîyê bixwaze, piştî şerê li Sûrîyeyê qewimî û têkçûyîna ekonomîyê, xêr di Beyoglû û Taksîmê de nema. 
Çendî di çavê tirkan de em di bin efrîkî û ereban re bin jî, li Beyoglû û Taksîmê ji ereb û efrîkîyan meriv nikare gava xwe biavêje.
Hîrehîr û qarewara wan dihere di erşê Xwedê re derdikeve.
Got,
mêvan ji mêvan aciz e, mazûvan ji her duyan.
Ya me jî ev e...
Axir, min kitêba xwe derxist û min dest bi xwendinê kir. 
Xusûsîyeteke min heye, her ji çend salan carekê hin kitêbên min berê xwendine, ez wan derdixim û ji nû ve dixwînim.
Piştî bi salan min kitêba Enwer Karahan a bi navê "Xanima Kozê" derxist û xwend. 
Çîroka bi navê "Tirsa Tarîyê" çîrokeke serketî ye; bi naverok û pevxistina xwe, bi hest û hîsên li meriv bar dike, bi herîkbarî û henûnîya zimanê xwe tesîreke giran lê têra xwe xweş li ser meriv dihêle. 
Wextê min çîroka bi navê "Axe" xwend, fîlmê "Zugurt Axa" hat ber çavê min; tirajedîya her du axeyan pir dişibîya hev.
Piştî min kitêb xwend û danî ber çonga xwe, careke din ez tê gîhaştim bê di edebîyatê de tesîra zimên çi qasî xurt e.
Ji bo berhemeke edebî,
Xwendin, şarezabûn, lêkolîn, lêgerîn, tecrûbe, xeyal, fantezî, zanîn, bi kin û kurmancî vîzyoneke xurt divê, 
lê ji bo ev vîzyon xwe bigihîne nav dilan jî zimanekî xurt hewce ye.
Belê bêguman, 
ji bo felsefe û zanistê hin peyvên nuh jî ji me re lazim in û hewce ye em li ferhenga xwe zêde bikin, 
lê dema meriv dest bi vegotina bûyer an meseleyekê kir, kêm zêde ji bo her kes fahm bike, hewce ye meriv hewl bide bi zimanekî sivik, henûn û herîkbar binivîsîne, 
loma jî,
Ziman, ziman, ziman!..

Gotina Dawî
Bila ji zimanê we bêhna axa welatê we bifûre.