Dema em neh deh salî bûn, di rojên cejnan de ji ber wê kompleksa xwe ya biçûkbûnê ya me dixwest em xwe mezin hîs bikin, carinan bêyî ku em bikişînin hundirê xwe me çend cixare dikişandin û dixana wan cixareyan bi ser serê xwe dixist.
Nahlet li çavê şeytên bê!
Nuha jî carinan dema civatek xweş digere û di bin konê kêf û zewqê de em çong datînin erdê, bi caxareyek ne ji wan cixaran em eyarê xwe fireh dikin û kurmê xwe dişikînin.
Lê hewce ye ez vê jî bibêjim; çendî ez ne cixarekêş bim jî, her tim min ji nîyhandina jinên cixarkêş kêf û zewqeke xweş stendîye.
Ew aromaya cixarê li ser zimênê min diherike, ziman di devê min de hêç dikeve; hest bi cizbê dikevin.
Û lîbîdo bi dîwêr ve radipelikin, wê kêlîyê!..
Ax ax, zaroktî!
Bi hesreta du dîlîm peqlawe, şûşeyek qola, mûzek û çikolatên hoby û tadele...
Ma wî zemanê bi destê kê diket; kê bi dilê xwe tahm dikirin?
Û roja ku ew xwarin û vexwarin dibûn qismetê me jî, ji bo zû xelas nebin, destê me li wan nedigerîya bi têrxweşî em wan bixwin...
Ax tunebûn, ax!
Agir bi te keve tunebûn!
Îroj ji wan tiştan hemû hene,
lê...
Êdî em dikin nakin çav têr nabin, mixabin!
Û zaroktîya me ji destê me filitî, em av û av çûn...
Gotina Dawî
Jîyan ji kulmek bîranîn pêk tê, lê bîranîn jî ji jîyînê dizên!..
Û jîyîn di zemên de asê bûye, ne bi pêş ve diçe, ne bi paş ve...