1 Mart 2022 Salı

zelenskî û sekn û helwest

Ev çend roj in dilê min heye ez çîrok-serpêhatîyeke nîvromantîk û nîverotîk binivîsînim û bi we re par ve bikim, lê mixabin ev şerê ûris û ûkraynîyan nahêle.
Di vê germayîya şer de ez rabim agir bi doxînan xim û li we bisincirînim, nabe.
Yanî ez çi binivîsînim jî, ew ê di bin sîya populîzma Zelenskî de bimîne;
ciwamêr heq jî dike.
Divê meriv bextê xwe xera neke û destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bibêje.
Berî bibe serekê Ûkraynayê têra xwe populer bû, piştî bû serekê Ûkraynayê sînorê populerîtîya xwe firehtir kir û jixwe nuha jî ji Xwedê jî populertir e; ji Xwedê jî populertir e, lewra li ber Pûtîn serê xwe netewand û rep sekînî ku îro ro Reb bi xwe jî newêre li ber Pûtîn rep bisekine û bibêje ez Reb im!.. 
Lê wek min got, ji erdê heya esmên ciwamêr heq e û heq dike.
Text û bext li hev dikin!
Û bext derketîye ser text li welatê gêwir.
Dema meriv li profîla vî ciwamêrî dinere, dilê meriv bi meriv dişewiite. Meriv dibêje heger sereketî ev be, yên me çi ne?
Dewlemendîya ciwamêr a herî li ber çav, ciwamêrîya wî bi xwe ye:
Însan e.
Şareza ye.
Hunermend e.
Modern û medenî ye.
Xwedan sekn û helwest e.
Xwe navêje pişt dîn û îdeolojîyan; ne cihûtî û xirîstîyantî û misilmantî li ser bala wî ye, ne jî komunîstî û sosyalîstî û netewperestî; çep bixwaze çep lê dixe, rast bixwaze rast lê dixe.
Derdê wî tenê ev e ku 
bi qasî qaweta xwe xizmet e û bi vê xizmetê tenê xwe û welatîyên xwe bextewar bike û hew!
Û yên me!..
Di bêrîkeke wan de Xweda, di bêrîka wan a din de Şeytan heye 
û li gorî berjewendîyên xwe, dilê wan kengî bixwaze, me bi Xweda dixapînin, dilê wan kengî bixwaze, me bi Şeytan ditirsînin.
Him Xweda ne li ser serê me, him Şeytan in!
Û em!..
Destên me her vekirî, ji bo serê wan êş nekevê em dua dikin li pey wan.
Wekî din jî, em gazinan dikin:
Amerîka û Ewrûpa bi qasî ji bo ûkranîyan diêşin û hewl didin, çima ji bo miletên rojhilata navîn naêşin, hewl nadin?
Bi xêr kengî rojhilatîyan anku misilmanan jî zîhnîyeta xwe guherî û biçûk mezin berê xwe dan medenîyet û modernîyetê û terka fahşîtî, ehmeqî û durûtîya xwe kirin, Amerîka û Ewrûpa yê li ser wan jî biêşin û hewl bidin.
Zîhnîyeta ku dijminatîya zîhnîyeta rojavayîyan bike, heqê wê zîhnîyetê tune ye bigirî.
Ne xwe ji dêrê dikin, ne xwe ji camîyê!..

Gotina Dawî
Vê êvarê roketeke rûsan li ser dilê Xwedê ket û ambulansa ku hat wî bibe nexweşxaneyê jî di rê de pê li mayînê kir, teqîya.