Van her du rojan, heya ji min tê ez xwe ji rojevê disitirînim.
Heger maçek ne li pey maçekê be, di ber re carinan ez ji xwe re li fîlmekî jî temaşe dikim.
Sînemahezino!
Bi serê wî Tarkovskîyê nuha Netflixê zext danîye ser fîlmên wî, platforma fîlman a bi navê "Mubi" ji heft bavên Netflixê çêtir e.
Bi dehan fîlmên serbixwe û yên di festîvalan de xelatgirtî hene...
Xuya ye rêzdar Zelenskî zîroyê/kurmikê serê derzîka şewkê ye.
Û şewk di nav avê de ye!
Amerîkayê ji bo piştê li Rûsyayê bişikîne, Zelenskî bi serê derzika şewkê ve kir û wer xuya ye heya Amerîka bigihêje armanc û miradê xwe, Zelenskî yê bi serê wê derzîkê ve her kil bibe.
Û Pûtîn jî semasîyekî qerase ye!..
De ka ez çi duayî bikim ji vî belengazê kawik re?
Tew!
Ma Xweda yê nebêje, "Min di te kiro, Devlikeno! Ez ê çawa ji wî duayê tu bi xwe jî pê ne bawer î re bibêjim amîn!"
Heq e û li ser heq e.
Axir!..
Xweda li pişta te û Şeytan jî rêberê te be, Zelenko!
Heger hat û tu bi ser neketî, ez ê herim li derîyê dengbêjekî serhedî xim, bila vê mêrxasîya te ji nifşê çilvirî re bistirê;
lê heger hîn jî ji wî nifşî yên bi zimanê wî dengbêjî dizanin, mabin!..
Gotina Dawî
Pêşîyên me digot, "Heger ev ne fen e, ev çi ben e?"
Her kê bi xweşî qetek ben dirêjî me bikira, dû re ew qeta ben dizîvirî dihat li stuyê me digerîya.
Û ne carekê û ne du caran; gelek caran...
Bi kin û kurmancî,
Lo lawo Zelenskî!
Kes bi qasî kurdan nehatîye xapandin.
Berî te yê dest bi vê serhildanê bikira, tu yê bihatayî nig me, me yê çîroka benê fenok ji te re bigota;
bi dehan car nigê me şemitî, qet nebe te yê xwe ji wî benî bistiranda!