8 Mart 2022 Salı

jin jîyan xwenezanî

Heger kurdî bi kurdên li ser pişta kurdî nên dixwin û diçêrin bimîne, kurdî yê hîç wext nebe serdest; ew ê her bindest be û bindestên mîna van xwelîseran jî ew ê kurdî tenê ji bo wê romantîzma xwe ya kubir û pozbilindî û populîzm jê difûre, bi kar bînin.
Û wer jî dikin jixwe.
Berê jî bi dehan caran min gotîye, anîye ziman, gazin ji kesên ji rêze re tune ye; 
yên bêminetî ji bo kurdî cehd dikin, dixebitin, heger ji bo wan prensîb û helwest ne girîng bin, wek tercîh dilê wan bixwaze dikarin ji xêndî kurdî bi zimanekî din jî bipeyivin, binivîsînin. Heqê kesî tune ye ji wan re bibêje çima hûn bi filan zimanî dipeyivin/dinivîsînin, lê dema meriv dibîne ev ên li ser pişta kurdî dixwin, diçêrin, li ser medyaya sosyal û di jîyana xwe ya rojane de ji kurdî bêtir tirkî bi kar tînin, mixabin zora meriv dihere.
Îja heyran, ne xema kesî ye û poz moz jî hew dişewite; tenê wextê gazozê vexwin û ew gazoz rêya xwe şaş bike, poz dişewite û wê çaxê hayê wan ji poz û şewata poz çêdibe!..
Axa xîretê ji ser koç kiribe, li wir êdî şerm û fedî ne derd e.
Û xîretê ji ser vê axê koç kiriye.
Lê...
Şerm e!
Ev tiştê hûn dikin ne ehlaqî ye.
Em nivîskaran rexne dikin.
Em hunermendan rexne dikin.
Em rewşenbîr û sîyasetvanan rexne dikin.
Lê ev ên mîna ava binê kayê tev digerin û ji her kesî bêtir li ser pişta kurdî dixwin, diçêrin, nayê bîra kesî û ji rexneyan difilitin.
Û nakokî û paradoksa herî mezin jî, di nav kurdan de qîmetê van kesan ji qîmetê me belengazan bêtir e.
Heyf!
Bi kin û kurmancî,
bi vê helwesta xwe, tu ferqî di navbera we û tirkan de tune ye. 
Ha tirkekî xwe hînî kurdî kiriye û hatîye vî karê hûn dikin, kiriye; ha we kiriye, heman tişt e.
Erê weleh, heyf!

8ê Adarê ji bo jinan heqareteke mezin e. 
Wek çawa bi gulekê nabe bihar, her weha bi rojekê jî jin nabin jîn û jîyan!
Lê wer xuya ye ev roja sembolîk bi kêrî her du alîyan jî tê.
Bi saya wê rojê, mêr xwe kubar, romantîk, medenî hîs dikin, jin jî ji kîsê jintîya xwe dixwin wê rojê, 
lewra ew bi xwe jî wextê bifikirin ew ê bibînin bê çawa li gorî desthilatîya mêran tev digerin.
Îja ka aqil!
Dû re wextê mêr dibêjin, "Aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mirîşk jî dihere nikilê xwe li gû dixe!" radibin xwe aciz dikin.
Na lê!
Hûn heq dikin û heya bi vê rojê hûn xwe bixapînin, di bin desthilatîya mêran de hûn ê her û her jina wan bin anku hûn ê ji wê şeraba azadîyê tahm nekin.
Noş ji bêhişîya we re!
Li ser meseleyê:
Heger ez jin bûma û mêrekî min ê xwelîser hebûya, ez ê biçûma sûkê, ji ser tebleyekê min ê tîzbîyek yan jî kevçîyekî qundereyan jê re bikirîya û bi munesebeta wê rojê min ê bianîya dîyarî wî bikira û bigota, "Xwelîsero! xwelîya 8ê Adarê li serê te be!"
Lê ez baş dizanim pirê jinan bi çar çavan li benda vê rojê ne. 
Ew bi xwe jî dizanin 8ê Adarê zirderewek e, zirxapandineke mezin e jî, lê ji bo qeflek gul, hingulîskeke zêr yan jî ji bo fîstanekî, parfumekê kenê mêran bi kêmaqilîya xwe tînin.
De wê çaxê...
8ê Adarê li we jinan pîroz be!

Gotina Dawî
Wer xuya ye ew ê hîç dawîya gotinê neyê!..