Ji halusînasyonên doh re digotin "wehî" ji halusînasyonên îroj re jî dibêjin "şîzofrenî"
Halusînasyonên doh rê li ber hinekan vekir, ew kirin pêxember û derketin ser text; halusînasyonên îroj jî derî li ber hinekan girt, ew di nava çar dîwarên tazî de kirin dîn û şîzofren.
Êdî kurd ji kurdî ditirsin.
Û ev yek, qebhet û têkçûyîna partî û rêxistinên kurdan, serfirazî û serketina dagirkeran e.
-Elo, Seyfo, berxê min!
-Ha, yadê! Çi bû!
-Berxê ca xwe, anuha Şewket ji min re got Seyfo tişt miştên sîyasî dixe telefona xwe. Berxê ca xwe, dinya xera bûye, guh mede telebe meleba! Ji xwe re mektebka xwe bixwîne.
-Ê Şewket negot çi yadê!
-Çi zanim! Got bi kurmancî tişt miştin nivîsîye!..
Xalê Sebrî, rabû bi cil û bergên kurdî xwe xemiland û çû li ber mirêkê sekinî, bi bişirîn serê simbêlan jî ba da, derket devê derî, qundera xwe bi haweyê şimikî bi ser nigê xwe ve kir û ket kezeba rê, du sê gav avêt neavêt, bi paş ve vegerîya, ala rengîn ji bîr kiribû. Çû ji hundir rahişt ala rengîn û dîsa derket, berî da qada Newrozê...
Xalê Sebrî ji malê derket, heya gîhaşt qada Newrozê jî strana "Lê Amedê Amedê" ji ser zimanê wî qut nebû:
"amedê serhildan e lê amedê amedê
dîlana me kurdan e warê şêran amedê
darbesta wedat aydin lê amedê amedê
ala rengîn pêçane tu bûka kurdistanê
bi darbesta wedat aydin lê amedê amedê
ala rengîn pêçane meskenê egîdan e"
Li qada Newrozê dê weledê xwe avêtibû; te ax biavêta bi erdê nedibû.
Te yê sûnd bixwara, biçûk mezin amedî hemû li vê qadê kom bûne.
Çi kurmanc, kirmanc, çi tirkmanc, her yekî bi nigekî lê dixist.
Xalê Sebrî li nava qadê sekinî, destê xwe avêt bêrîka xwe, her du destên xwe kirin newqa xwe û hawîrdor li girseyê nerî;
xelk li ber muzîk û stranên kurdî ji ser hişê xwe ve çûbû; xumexum û himehema wan, erd digupandin.
Xalê Sebrî bi kêfa wê coşê rabû destê xwe avêt bêrîka xwe, ala rengîn ji bêrîka xwe derxist û bi her du destan ew bilind kir.
Hîn nuh hêdî hêdî serî li wî jî germ dibû, ji nişka ve bala wî çû ser dikê.
Xortekî qert, bi cil û bergên kurdî, bi qurpika mîkrofonê girtibû û bi dengekî dawidî diqêrîya:
Bijî Newroz!
Bijî Azadî!
Bijî berxwedana demokrasîya Tirkîyeyê!
Wek ceryan bi xalê Sebrî bigire, xalê Sebrî di cî de sar sekinî. Li dora xwe nerî, girse bi çepik û lîrelîr û sloganan ji ser hişê xwe ve çûbû.
Kesî li xwe ho venedida!
Hêdîka ala xwe pêça, xist bêrîka xwe û serê wî di ber wî de ji nav wê qelebalixîyê derket û ji qada Newrozê dûr ket.
Gotina Dawî
Xweda dide hinekan û dine hinekan!..