18 Mart 2022 Cuma

xwexapandinasyon

Berê jî min gotîye; bi qasî xwende û zanayên kurd zirarê didin kurdî, tu kes nade.
Hûn Mehdî Mutlu nas dikin; ez bi xwe jî nas dikim. 
Televîzyonvan û bernamekêşekî jêhatî ye. Bi sekn û helwesta xwe û bi kar û xebat û tevgera xwe jî dîyar e xwedan vîzyoneke xweşik e û her weha ji bo kultura kurdî xizmeteke hêja jî dike, lê...
Ax ax! 
Xwezî ne ji wê "lê"yê bûya û bi çend hevokên din jî min pesnê wî bida û halan tê de hilda.
Lê! 
Erê, lê...
Xwezî bîr û hiş û mentiqa xwe jî li wê jêhatîbûna xwe bar bikira!..
Ax ax!
Nizanim sedema vê nakokîyê çi ye, lê çawa hûn qêmîşî xwe dikin û ji hêlekê ve kedê didin, ji hêlekê ve jî bi ser wê kedê de dirîn!
Mixabin!
Êdî ev nexweşîyek e û ji vê nexweşîyê re derman û çare zehmet e.
Tirkîtîyê, mîna kurmekî di bin hişê me de kemîn danîye û veketîye; hema qey ew kodên kurdî serê xwe bilind dikin, demildest ew kurm çeng dibe ser xwe û wan kodan ber bi kemînê ve dikişîne, yek bi yek wan dixwe; li ser binhişîya me tevna bêhişî û xwenenasînê dirêse.
Bi kin û kurmancî,
ew kurm, wê bîrê şolî dike û kurd di bîra xwe de wenda dibin.
Bi taybetî jî,
yên bi ber pêlên vê nexweşîyê ketine, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend û stranbêjên kurd in.
Îja heyran!
Heger meriv xwe tedawî neke, meriv nexweş e. Û heger meriv nexweş be jî, meriv bê hemdê xwe her kesî, her tiştî bi xwe re nexweş dixe.
Bi dehan caran min gotîye;
bi genetîka kurdan lîstine; genetîka kurdan nexweş e.
Li ser twîtterê ez li twîtteke Mehdî Mutlu rast hatim. 
Bi tirkî weha gotibû:
"Her tim ji min dipirsin, çima ez bi tirkî dinivîsînim? Min jî her tim ev bersiv daye: Ji bo kurd bixwînin!"
Ka bala xwe bidin vê hişmendîyê bê xwende û zanayên kurd di nav çi nakokîyê de digevizin!
Û ciwamêr vî tiştî bi helwesteke rewşenbîrane tîne ziman; mîna keleh fetih kiribe, bi serbilindî dibêje û xwe qure dike.
Ax ax, ev eşq û sewdaya me ya populîzmê!
Gelo hêja ye meriv rabe ji bo eşq û sewdaya populîzmê keda xwe bi erdê de berde?
Lê hayê wî ji wî tune ye bê di nav kaos û tevlihevî û nexweşîyeke çawa de ye û xwe di çavê yar û neyaran de çi qasî erzan dike.
Li bin twîtta wî ciwamêrekî jî bersiveke xweş dayiyê:
"Ez bi kurdî dinivîsînim da tirk ji min fêhm nekin û kurd jî meraq bikin!"
Çi bersiveke xweş, lê heger têgîhiştin hebe!
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî!"
Lê vî zemanî ne kes li ber dîwaran rûdine, ne jî xema kesî bûkê ye...

Gotina Dawî
Hewce ye ev zîhnîyet biguhere. Heta ev zîhnîyet neguhere, hewceyî dijmin nake; jixwe em dijminê xwe ne.
Heger dilê we bi kurdan dişewite, neçin kurdan mecbûrî asîmilebûnê nekin.
Bi rê û rêbazên maqûl hewl bidin bila xwe ji asîmilasyonê biparêzin.
Nivîskar bi kurdî dinivîsînin, diherin kitêbên xwe bi kurdî çap dikin, hîn ew kitêb negîhane ber destê xwendevanan, radibin îja wan kitêban werdigerînin tirkî.
Û dîsa tenê kurd dikirin û dixwînin; tirk meraq jî nakin.
Sîyasetvan bi tirkî doza kurd û Kurdistanê dikin, lê nizanin Kurdistan bi kurdî dibe Kurdistan.
Rewşenbîr bi tirkî analîzan li ser rewşa kurdan dikin, lê analîzên wan bêtir kurdan bi ber bayê tirkî dixe.
Stranbêj li ser sehneyê bi kurdî stranan dibêjin û li ser pişta kurdan diçêrin, lê piştî ji ser sehneyê dadikevin, bi tirkî direpîninê!..
Xwende û zana terka tirkî nakin, dibêjin ji bo em xwe bigihînin kurdan û kurdên asîmile bûne ji me fêhm bikin, lê nafikirin, nabêjin em ê çawa ji asîmilasyonê re dermanekî, çareyekê bibînin.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
De were bi vê zîhnîyetê kurdan bi kurdbûna wan bihisîne!

Gotina Herî Dawî
Ji ber kurd ê ji kurdî fêhm nekin, hûn jî rabin bi tirkî binivîsînin, ne xêra we, zirara we yê bigihêje kurdan û digihêje jixwe.