Dinya bi dor e...
Piştî bazirganên dermên gîhaştin miradê xwe û ji bo demeke kin xatir ji muşterîyên xwe xwestin û çûn, dor hat bazirganên çek û sîlehan; heya vîrus û dermanin nuh peyda bibin, em ê li senfonîya şer guhdarî bikin.
"Bira bira ye, bazar xuya ye."
Di şerê ûris û ûkraynayîyan de jî, çendî her du alî di eslê xwe de neteweyek bin jî, dema mesele dibe bazirganî biratî pere nake;
ji bilî biratîya kurd û tirkan...
Stara Xwedê li vê biratîyê be!
Bi almanî: Er ist wieder da
Bi kurdî: Ka binere bê kî vegerîya
Di vî filmî de Hîtler vedigere Almanyaya îroj û bi destbiraktîya xortekî televîzyonvan hewl dide ji nû ve zîhnîyeta faşîst vejîne, lê jixwe hewce jî nake;
lewra ew zîhnîyet di binhişîya civakê de raketîye. Hîtlerê me tenê wê zîhnîyetê ji wê xewa giran şîyar dike.
Heger we li vî filmî nenerîbe, pêşnîyar dikim; hûn ê bi kêfî demeke xweş li ber derbas bikin.
Piştî şerê ûris û ûkraynayîyan dest pê kir û bi rêberîya Amerîkayê, bi Ewrûpayê re dest bi zextên li ser Rûsyayê kirin, ew zîhnîyeta faşîst a me digot qey bi mirina Hîtler re koç kiriye û çûye, mixabin me dît ku tenê xwe li xew danîye. (Ji bo ewrûpîyan dibêjim)
Zextên li ser fîlmên Tarkovskî...
Zextên li ser Dostoyevskî û Tolstoy û berhemên edebî yên ûris...
Zextên li ser huner û muzîka ûris...
Zextên li ser ûrisan û jîyîn û kultura ûrisan...
Ji bo pozê Pûtîn û kesên zîhnîyeta Pûtîn diparêzin, bişewite, çi hewce be, divê bê kirin, lê ne bi vê xezebê;
bi kin û kurmancî, ji adetê dernexin.
Hişk û ter bi hev re neşewitînin.
Çendî ev despotîzma Pûtîn bi xweber çênebûbe jî, ji bo xatirê xatiran divê em ronîya di çavên xwe de wenda nekin.
Lê xuya ye ronî di çavên we de nemaye û hûn hew ber xwe dibînin.
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Di wê civakê de, doh jî îroj jî yên wî xatirî heq dikin, ne hindik in.
Dem û dewran ê biguherin, Pûtîn û zîhnîyeta xwe yê biqelihin herin û ev despotîzma Pûtîn ê ji edebîyat û sînemaya ûris re bibe mestere, ji bo nifşê nuh bi vê jahrê jahrdadayî nebe.
Lê bila dawîyê poşmanî çênebe!
Lewra...
Tiştin hene, kevn nabin û gotina "tiştê çû nede dû" lê rûnane.
Gotina Dawî
Ez di wê sosyalîzmê nim, heger wê sosyalîzmê li ser dilê sosyalîstan tov û bizirên merivtî û humanîzmê nereşandibe!