Tu yê sûnd bixwî hemû pirik û çirav û qirêj û gemara civakê li wir kom bûye.
Her kesî xwe li pişt maskeyekê veşartîye û bi kirasekî pîne hewl dide xwe ji derdora xwe veşêre.
Lewra...
bê maske, bê kiras tav dide qûnê û her tişt kifş û eşkere dibe.
Lê wextê kifş û eşkere bibin jî, ew ê nikaribin bibin ew kesê ku dilê xwe dibijîninê lê tu carî ji qûna wan nayê xwe bikin ew.
Tenê ji konetî û zexelî û xapandin û xwexapandinê re jîr û jêhatî ne.
Ji ber ku bi qumaşê xwe dizanin...
Di jîyana rastîn de bi qasî misqalekê kes qîmet nade van kesan, loma jî hewl didin bi haweyekî veşartî li ser medyaya sosyal kurmê xwe bişikînin anku xwe tadmîn bikin.
Û wer xuya ye kurmê xwe dişikînin jî, lewra civak ji sedê nod wek van kesan in.
Ev celeb kurd,
ji bo qurişekî dikarin qûna xwe bidin,
lê her tim hewl didin xwe
welatperwer, neteweperwer, zimanperwer nîşan bidin.
Hin kurdên tirkînivîs bi tirkî li ser twîtterê piştgirîya kurdînivîsan dikin û bi gazin dibêjin:
"Erê, ji bo em asîmile nebin, bi qasî hêz û qaweta xwe em jî ber xwe didin, lê yên bîst û çar seetan rexneyan dikin û kurdî kurdîya wan e li ku ne? Kitêbên kurdî di depoyan de dirizin, lê ew ên warewar û barebara wan e û rexneyan li me digirin çima narin kitêbên kurdî nakirin, naxwînin û piştgirîyê nadin kurdînivîsan? Here were hezar kitêb çap dibin, ew jî hemû di depoyan de dirizin!.."
Tew wek qebheta wan tune be, bi haweyekî fisgenî xwe ji bin derdixin.
De îja ev ên van gazinan dikin jî bi kêmanî bi qasî min û we bi kurdî dizanin, lê xwelîseran ji ziman û edebîyata tirkî re xizmetê dikin.
Çîroka wan balkêş e.
Ji bo ji bîr nekim, min li ser mejîyê xwe nivîsandîye.
Qey rojekê ez ê li wan û çîroka wan jî vegerim. Bila nuha lotikên populîst biavêjin û dilê xwe li populîzmê rehet bikin.
Şeytan ji min û wan re mezin e!
Doh li ser medyaya sosyal min ev peyvforîzma belav kir:
"Heta ronakbîr xwe li ber çavê civakê reş nekin, ronî yê nekeve çavê civakê û di wê reştarîyê de civak ê ber xwe nebîne!"
Bi min ne peyameke zêde asê ye. Û têra xwe vekirî û zelal e.
Yanî hewce nake meriv biponije û bibêje, "Gelo şaîr xwestîye li vir çi bibêje?"
Şaîr bi haweyekî eşkere ta bi derzîyê ve kirîye.
Heyran!
Em bê dewlet in.
Her weha em xwedan civakeke ketî, belengaz û nexwende ne.
Loma jî...
Pirê xwende, zana, entelektuel û ronakbîrên me jî bi qasî civaka me ketî û belengaz in.
Lê barê ronakbîrîyê giran e; yan tu yê heqê ronakbîrîyê bidî, yan jî tu yê wek ronakbîrekî tev negerî û tenê ji mal û zarokên xwe re sermîyantîyê bikî.
Heger te destê xwe li sînga xwe xist û got ez ronakbîr im, wê çaxê heqê te namîne tu bi nigê civakê lê xî!
Hewce ye tu ji rastîyên xwe venegerî.
Hewce ye hêz û qaweta te ji bext û ûjdanê te bizê.
Hewce ye tu wêrek bî û bi xwe bawer bî.
Hewce ye tu xwedan sekn û helwest bî.
Kê çi got, hewce ye her tim tu ya xwe bibêjî û tu bi hestîyarî tev negerî.
Nizanim ez weha bibêjim filankes ê biêşe, nizanim ez weha nebêjim bêvankes ê xwe aciz bike; na, hewce bike tu yê filankes jî biêşînî, tu yê bêvankes jî aciz bikî.
Heqê ronakbîran tune ye bi çepik û lîrelîr û halanên girseyan ji ser hişê xwe ve herin û wê egoya xwe ya nekedîkirî hovtir bikin.
Ne ronakbîr, civak ê ronakbîran ji xwe re bike mirêk û pê li xwe binere; heger di wê mirêkê de wahş jî bibîne!..
Gotina Dawî
Kurd nexweş in û heger Kurdistan ava bibe, hewce ye li serê her kolanê nexweşxaneyek çê bibe...