3 Mart 2022 Perşembe

yan qantir ê bizê yan kurdistan

Hêvî dikim heya Kurdistan serbixwe bibe, mêrdînî yê ji desthilanînê nekevin; 
yan na, heger were û ji desthilanînê bikevin, hin kurd ê bi genetîka kurmancîya me bilîzin û tahm ê di kurmancîyê de nemîne, mixabin.
Yên dizanin jixwe dizanin, yên nizanin, bila herin çîroka kurmancîya stuxwar ji yên dizanin bipirsin..
Di kurmancîyê de, ji xêndî hin qeydeyên rêzimanî û rastbikaranîna daçekan, her weha xala herî girîng hevoksazî, hizir û mentiqa bi kurdî û xweşahengîya peyvan e.
Li berîya Mêrdînê maqûlek hebûye. 
Ev maqûl bi eslê xwe ereb bûye, lê di nav kurdan de sal bi sal elimîye kurdî jî.
Vî maqûlî di dem û zemanê xwe de mêrek kuştîye. 
Îja wextê di civatekê de rûniştî bûya û mijar li ser mêranî û mêrxasîyê vebûya, ji dêvla ji civatê re bigota, "Min Îsa kuşt" digot, "Ez kuştim Îsa!"
Heger mêrdînî ji desthilanîn bikevin, ez ditirsim kurdîya me jî sal bi sal ber bi "Ez kuştim Îsa"yê ve here.

Hin xwedêgiravî humanîst li dijî helwesta Amerîka û Ewrûpayê ya zextên li ser rûsan derdikevin.
Dibêjin,
Ma sûcê milet çi ye?
Kêfa min ji humanîzma romantîk re nayê.
Pirê caran milet bi xwe jî bi hemd bê hemd, bi zaneyî bi nezanî dibin şirîkê sûc û qebhetên dewleta xwe.
Pûtînê zalim, destpot û dîktator bi tena serê xwe nebû xwedan hêz û qudret û derneket ser wî textê bêbext.
Li ser axa Kurdistanê,
tirk şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne;
ereb şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne;
faris şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne!..
Û em kurd,
jî şirîkên xwelîserî û belengazî û bêkêrîya partî û rêxistin û serek û serokên xwe ne.

Êdî em hew dizanin bê destê kê di bêrîka kê de ye.
Dema meriv baş bala xwe dide êrîş û dagirkerîya rûsan a li ser ûkraynayîyan, zingînî ji serê meriv tê û ew zingînî dihêle meriv li hin nakokîyan bihilkume.
Meriv şaş û ecêbmayî dimîne, ji ber ku ev ehmeqîya Pûtîn dike, tenê bi kêrî Amerîkayê tê û Amerîkayê xurttir dike.
Gelo Pûtîn jî ne zilamê Amerîkayê be?🤔
Min got êdî meriv nizane meriv ê ji çi bawer bike û ji çi bawer neke!
Me bi serê Xwedê sûnd dixwar, Xweda jî bi kurdî nizane!..

Çi qasî rast e nizanim lê jixwe êdî rast û derew bira ne.
Li gorî nûçeyeke Rudawê:
Xwedêgiravî PAKê, bi haweyekî veçirandî, Partîya Azadîya Kurdistanê çûye li derîyê CHPyê xistîye û daxwaz û hêvîyên kurdan raxistine ser sifreya wan!..
Ka aqil!
Ma nizanim dengê min dihere seyda Kasim Ergun?
Yan jî gelo seyda Kasim Ergun min dibihîze?
Çawa ez dibêjim nuha dibihîze û heger li nivîsê rast bê, ew ê were bixwîne û li bin nivîsê şîroveyekê jî binivîsîne.
Erê bi eslê xwe ermenî ye, lê ji ber ku ermenîyekî kurdistanî ye û li ser axa Kurdistanê mezin bûye, ji pirê kurdan bêtir bi kurdî dizane.
Lê ez vê jî bibêjim:
Wek dost û nasekî wî jî, ez jê hez dikim û jê razî me; çendî carinan bêvila xwe têxe nav qada min û bala jinan bikişîne ser xwe jî, maqûlekî mêran e.😉
Tenê avantajeke min heye, ew jî ev e:
Ez bi çend salekê ji wî ciwantir im, yan na min ê pê bigirta.
Ciwamêr bi karîzmaya xwe agir bi herîyê dixe, lê li Stenbolê herî jî kêm e êdî.

Gotina Dawî
Ji vê tevlihevî û kaosê yan qantir ê bize yan jî Kurdistan...