Hin ji wan, çendî xwe serbixwe û azad û bêalî bibînin jî, li ber sîya îdeolojîya sîyasîyên bakurî pal didin û qelema xwe bêyî bawerî û îradeya xwe, bi haweyekî oportunîst dilivînin û dixin xizmeta wan û wê sîyaseta wan a qirêj.
Hin ji wan jî, çendî xwe serbixwe û azad û kurdistanî bibînin jî, ji bo konforeke xapînok her û her pesnê sîyaseta başûrîyan didin û tu carî şaşî û kêmasîyên wan namînin; nizanim belkî jî kwîr in û ez li wan neheq im!
Axir…
Li Kurdistana min, yek dudu ne tê de, lê mixabin hemû qelem kole ne, xulam in, hemal in, lê bextewar in.
Lewra…
Berê, axe û xulam hebûn û kultureke şinekî, şelafî û kurtêlxwirî serdest bû;
nuha jî…
partî û nivîskar hene û her çend nivîskar ji partîyekê diçêrin.
Heyf û xebînet…
û yên xwedan sekn û helwest û prensîb jî birçî ne û azadî ji nefesa wan difûre, mixabin.
Lê…
yên ruhê wan ne azad jî, ew ê tu carî çavê wan bar nebe û têr nexwin.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
ku xwedîyê qelemê ne azad be, qelem ê çawa bikare bi derewan pesnê azadîyê bide?
Dîsa mixabiin, lê dide û pê jî bawer in!..
Gotineke Mark Twain a pir xweş heye di heqê dîn û dîndarîyê de.
Mark Twain dibêje:
“Dîn, yekem car dema sextekarek li ehmeqekî rast hat, îcad bû.”
Çi gotineke xweş ê têra xwe watedar.
Îroj…
Dema ez li çîrokên dîndaran guhdarî dikim û dibînim bê çi qas ehmeq li ber wan çîrokan bi cizbê dikevin û mejîyê wan ji serê wan bar dike û dihere, xwe bi xwe dibêjim, ciwamêr ji orta quranê peyivîye, lê quran jî berhemeke wan sextekaran e, mixabin.
Gotina Dawî
Heta ji we tê, aqilê xwe têxin xizmeta mentiqê!..
Û tu carî gazinan li dilê xwe nekin, lewra yê herî bi zimanê azadîyê dizane, ew e.