Mêr mirin mirîdî!
Erê weleh, civak jî ehlaq jî bermeqlûb bû êdî.
De îja ez li ber çi dikevim, hûn dizanin?
Di vê civaka ku mêr hîn azadî nas nekirîye û nizane tahma wê çawa ye, jin radibin li ser navê azadîyê qayîşê bi mêran re dikişînin!..
La hewle wela!
Heyrana çavan, erê, di nav vê qirêjîyê de mêr ji jinan rehettir in, lê bawer bikin, ne azadtir in.
Loma jî…
dema we doza tiştekî kir, bizanin bê ew tişt çi ye û hûn çi jê dixwazin, hûn çi jê hêvî dikin!..
Yan na…
tenê bi slogana “Jin jîyan azadî!” û bi şerê bi mêran re, ne hûn azad dibin, ne jî hûn ê bikarin pişta mêran deynin û bi wan bidin qebûlkirin.
Nabe, nabe, nabe!
Bi kin û kurdîya kurmancî,
divê hûn birîna xwe bi destê xwe bikewînin.
Yanî…
Bixwînin, xwe nas bikin û zarokên xwe yên nêr ango yên ku ew ê ji we zêde bibin, bi zanayî û bi haweyekî medenî bi bask bikin û bifirînin,
da ku…
herin xwe li ku deynin, bi xwe re wir jî azad bikin.
Gotina Dawî
Ha biqîrin û bibêjin, “Jin jîyan azadî!” û ha biqîrin!..
Heta ku hûn mêrên azad çênekin, hûn çi qasî xwe azad hîs bikin û bi haweyekî azad tev bigerin jî, li ser dîwaran bi xwîna we “jin jîyan azadî”yê bê nivîsandin.