18 Mart 2024 Pazartesi

hema wilo ji qewla keskê

George Orwell di berhema xwe ya bi navê “Bi bêrîka vala li Parîs û Londrayê/Li Parîs û Londrayê bêpere” de weha dibêje:
“Ji dêvla tu yê bawerîya xwe bi cihûyan bînî, here xwe biavêje bextê marekî. Ji dêvla tu yê bi bawerîya xwe bi yewnanan bînî, here xwe biavêje bextê cihûyan. Lê tu carî bawerîya xwe bi ermenîyan neyne.”
Belê, rêzdar George Orwell eynî weha gotîye, lê çima wer gotîye, ilhez nuha sedemeke wî hebûye.
Xalê George ne lawê bavê min e û ne jî ji êl û eşîra min e, lê ji qelema wî hez dikim; her û her jîrî û afirînerî ji qelema wî fûrîyaye,
loma jî…
divê meriv tu carî gotin û kelamên van xweşciwamêran piştguh neke, çendî di berhem û kitêban de hatibin gotin jî.
Lê hewce ye ez jî çend gotinan li van gotinên vî xweşciwamêrî zêde bikim:
Cihû û yewnan û ermenî li cem tirkan milyaket in, milyaket.
Ermenî li ku rûdinin, komkujîya xwe bera stuyê kurdan didin. Li Ermenîstanê kurdan li kurdan sor dikin; bi stratejîyeke genî hewl didin ji êzîdîyan neteweyeke din çêkin. 
Bi kin û kurdîya kurmancî, li rûyê kurdan dikenin, li paş kurdan jî neyartîyeke kone dimeşînin.
Jixwe tirkên kemalîst ên îroj zilmê li kurdan dikin û perçeyê herî mezin ê Kurdistanê dagir kirine nevî û nevîçirkên yewnanan in û hemû bi eslê xwe yewnan in.
Û cihû…
Radibin rûdinin li ser navê kurdan, li hemberî tirk û ereb û farizan xwedê giravî destekê didin kurdan û xwe li ber dilê kurdan şêrîn dikin, lê hîn me nedîtîye pirsgirêka Kurdistanê kirine pirsgirêkeke navneteweyî. Tenê halanan di kurdan de hildidin.
Û ji bîr nekin!
Divê berê em di nav xwe de îmana xwe ya kurdî xurt bikin, dû re em serê xwe bi berjewendîyên hevpar û dîplomasîyê re biêşînin.
Axir!..
Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî!
Lê ka ew aqil!
Şivan Perwer dîsa û ji nû ve, lê wek her car heman tişt û eynî tişt!..
Wextê bêvil neşewite, rebena xîretê xwe reş girê dide û derdikeve parsê, ji mecbûrî.
Îja heyran…
Tembûra wî di serê wî de şikenandin û şaşika serê wî mîna kevkanîkê li hev badan, lê heyf û mixabin dîsa li ber xwe neket û ji pey wê zîhnîyetê venegerîya.
Çêr û dijûn û sixêf jê re gotin, di guhekî re ketê, di guhekî re derket; nagot tew hûn çi dibêjin!
Axir…
piştî ew qas sosret û hetiketîya bi serî de hatîye, ciwamêr rabûye ji bo hilbijartinan ji wê zîhnîyetê re stranek çêkirîye û distirê…
La hewle wela!
Nakokî û paradoks!..
Li başûrê welêt pişta xwe dide zîhnîyeta eşîrtîyê û bi xêra destkeftîyên eşîran di nav konforê de dijî, 
lê piştî li Ewrûpayê vedigere û qerewat û fulara xwe dixe stuyê xwe jî, reha wî ya çepgir û sosyalîst ditehene, har dibe û radibe wê çepgirîya ku tenê ji kurdan re çep e, di ser eşîrtîyê re digire.
Xwedê Teela kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke û ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!

Gotina Dawî
Ka ez nivîsa îşev bi paragrafa dawî ya kitêba George Orwell a ku me îşev ji xwe re kir mijar, biqedînim.
Li ser lixwemukurhatin û pêşhukmîyê çend tehlîl û analîzên xurt:
-Her weha divê ez vê jî bibêjim; bêperetîyê hişt ez hînî du sê tiştan jî bibim.
-Ji nuha şûn de ez ê carekek nefikirim ku hemû berdûş/serserî serxweşên bêkêr in. 
-Ji ber ku min sedeqeyek da parsekekî, ez ê minetê li hemû parsekan nekim û di heqê wan de nekevim nav hêvîyan.
-Ez ê şaş û ecêbmayî nemînim bê karkerek çawa dikare westîyayî be.
-Careke din dema ez li kesekî belavokan belav dike rast bêm, ez ê belavoka ku dirêjî min kir, paş ve venegerînim.
-Ez ê li restoranteke luks bi kêfxweşî xwarinekê nexwim êdî.
-Ev jî destpêkek e.