28 Mart 2024 Perşembe

kurd ji tirsê neditirsîyan

Heger nivîskar bêkarekter be û ne xwedan sekn û helwesteke xurt be, xeyalên wî yê jî wek wî sist bin û ji xeyalên sist jî fantezîyên xurt nazê, mixabin;
loma jî…
ji bo berhemeke bikarekter kesayeteke bikarekter hewce ye.
Haa!..
Dema ez dibêjim kesayeteke bikarekter jî, qûnde ye, qûnek e, qahp e, qahpik e, ne xema min e û ne asteng e jî ji bo sekn û helwesteke ehlaqî û ûjdanî.
Û mixabin…
yek ji sedemên qelsbûna civaka me jî ev e; xwende pir in, lê xwende jî tenê xwende ne, ji hêla xusûsîyetên ehlaqî ve qels in;
qels in, lewra…
fisgenîtî zora bext û ûjdanê wan dibe.
Û fisgenîtî jî ji birçîbûnê dizê,
lê…
ne birçîbûna zikî!
Axir…
Li ser meseleyê,
hin kes mîna googleyê ne; bi her gûyî dizanin, lê karekter bi wan re tune ye; 
loma jî…
divê meriv hefza xwe ji kesên weha bike; Şeytan in, lê bi gotinên Xwedê dipeyivin.
Û jixwe ziravê civaka me diqete dema navê Xweda dibihîze.
Heyf!
Îşev jî nebû qismet ez çend gotinên xweş û xemilî li ser bedena jinê bikim.
Axir…
rojên Xwedê jî, şevên Şeytên jî pir in.
Û ez ê jî di kemînê de li benda nêçîra xwe bim.
Tewkel bi Xwedê, lê bila rêzdar Şeytan dilê xwe negire,
lewra…
ez şagirtê wî me!
Nizanim ji bo vê xatirxwestinê, 
“şev şad” xweş e,
“şev xweş” xweş e
yan “şeva we bimîne xweş” xweş e?
De hema bi we kê kîjan xweş hat, ew û hûn sax!

Gotina Dawî
Kurd ji Xwedê kevntir û qedîmtir in, lewra Xweda ji tirsê afirî.
Û berî dîn û îdeolojîyan, kurd ji tirsê jî neditirsîyan!..