13 Mart 2024 Çarşamba

kurd difirin

Heger jidil hûn bixwazin rojîyê bigirin, ez dikarim ji we re formul û reçeteya rojîyê bibêjim, lê ne li gorî şert û mercên misilmantîyê, li gorî şert û mercên merivayîyê/însanetîyê.
Û ev rojî jî ne tenê mehekê, sal duwazdeh meh…
Hûn çi dixwin bixwin, hûn serbest in û rojîya we yê neşikê, lê tenê 
“goştê hev nexwin!”
Rojîya we pîroz be!

Di du mijaran de ez ê ne guh bidim demokrasîyê, ne jî guh bidim medenîbûn û xweşbînîyê…
1-Dîndarî 
2-Apocîtî
Dê û bavino!
Ji kerema xwe re heta ji destê we tê, bêyî ku hûn ê dilê hev bihêlin û xwe li ber çavê zarokên xwe reş bikin, bi stratejîyeke baqilane û bi bêhneke fireh û bi zimanekî henûn zarokên xwe ji dîndarîyê jî, ji apocîtîyê jî dûr bisekinînin.
Nizanim kengî mezin bûn bila ew bi xwe biryara xwe bidin!..
Nizanim her takekes azad e û xwedan vîn û îrade ye!..
Nizanim her kes di fikra xwe de hur e!..
Na heyran, na!
Ev her du fikir (îdeolojî) him dijminên meriv û merivantîyê ne, him dijminên medenîyet û modernîteyê ne, him dijminên ehlaq û edebê ne, him jî li pêşîya huzûr, rengînî, estetîzm, huner, edebîyat, zanist, hurîyet û azadîyê bend in, dîwar in, asteng in.
Xwe û zarokên xwe biparêzin.

Bi navê Azad Penaber lumpenek heye; lumpenekî narsîst ku ehmeqî jê difûre.
“Helbestvan”ê kîjan zimanî ye, nizanim, lê carinan li hin “helbest”ên wî yên bi kurdî jî rast têm. 
De îja ne sûcê wî ye, 
lewra…
asta civaka kurd bûye xwelî û tenê toz û rimilk û xwelî jê difûre, mixabin.
Û jixwe xwelî jî ji xwelîseran hez dike.
De îja…
nizanim baş dikim an xerab dikim dema bi haweyekî eşkere qala hin ciwanik û ciwamêran dikim, 
lê heyran,
hin xwelîser jî hene, heta meriv qûna wan nede tavê, fêhm nakin bê meriv qala kê dike!
Tew ku meriv wan kifş neke, bi haweyekî qure û teresane ew bi xwe jî dikarin bên bibin şirîkê van tehlîl/analîz û tespîtên te.
Ma nizanim cara çendan e ku ez ê bibêjim,
bêloma be!
Ji “helbest”eke Azad ku ew ê li ser zimanê xwe her û her penaber be numûneyek:
“Li te dinerim;
Ger tu bibînî,
Mezintir î di dilê min da ji her kesî
Lê tu nebînî,
Ji xwe wek yê din, wek xelkê, wek her kes î”
Erê, ha ev jî Azadê we ye, yê ku qelema xwe li ser dilê jinan diçikîne û jinan li ser xwe gêj û har dike.
De ka ez careke din bibêjim,
bêlome be!
Erê weleh, bêlome be!

Ez dizanim carinan hin nivîsên min bêyî daxwaza we derdikeve pêşîya we û hûn ji acîzîyan bi cinikê xwe dikevin; dîn dibin, har dibin,
lewra…
hûn li nezanî, ehmeqî û belengazîya xwe dihilkumin û ev jî, ji ber ku ew sekn û helwest û karekter jî bi we re tune ye hûn li xwe qebûl bikin û têkevin nav hewldanekê, mixabin we diêşîne û bi wê êşê jî hûn har dibin û bi dora xwe dikevin.
Lê vê jî bizanin…
dema ez dibînim hûn dîn û har dibin, ez jî bi wê dînbûn û harbûna we orgazm dibim.

Gotina Dawî
Ji qewla rehmetîyê Şivan Perwer:
“Kes nebê kurd dimirin, kes nebê kurd dimirin, kurd namirin!..”
Kurd difirin!